Kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kuşe Ziryabê dest bi weşanê kir.
Desteya weşanê ya Ziryabê ji van kesan pêk tê:
Ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel, Harûn Elkî û Ozan Irmak. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.
Desteya weşanê armanca derxistina kovarê wiha vedibêje: “Em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi her zaravayên kurdî bên nîqaşkirin. Armanca me muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî berpêşî xwendevanên kurdî bikin. Hêviya me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin. Û em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin.”
Naverokê Ziryabê:
Harun Elkîji salên 90î û heta niha panoramayek berpêş kiriye û derbarê bandora medyaya civakî ya li ser muzîkê bi nivîseke têr û tije hejmara yekemîn xemilandiye. Îbrahîm Sarisu li ser Orfeus ê ku di dîroka muzîkê de di nav çend hozanên herî ewil de ye û derbarê mozaîka wî de bi mijareke balkêş cih girtiye. Serhat Temel derbarê serpêhatiya têkçûna Orkestraya Heskîfê de bi nivîseke taybet me ji rewşa atmosfera salên dawiyê dide serwextkirin. Serdar Ozturk porteyeke dengbêjê nemir Reso nivîsandiye.
Di hejmara yekemîn de bi Kerem Gerdenzerî û Nizamettin Ariç; Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, Cem Şivan Ergul, Siya Şevê û Rewşan Çelîker re hevpeyvîn hatiye kirin.
Di kovarê de ji bilî gotar û hevpeyvînan danasîna albûma Mirady û nirxandinek li ser albûma Serhat Ertunayî jî heye.
Herwiha di kovarê de nûçe, danasîna kitêbeke muzîkê û playlîstek jî heye.
Hêjayî gotinê ye ku di hejmara yekemîn de postera gewreyê rocka bi kurdî Kerem Gerdenzerî û albûma Siya Şevê ya bi navê Li Pey Siya Xwe weke diyarî tê dayîn.