Roja 24ê Mijdarê, Civaka Kurd li Almanya, bi dirûşma „Welat, Aşitî, Paşerojê“, li bajarê Stuttgartê kongre ya xwe li darxist û rêvebirîya xwe ya nû hilbijart.
Di kongreyê da Ali Ertan Toprak careke din wek serokê civakê, Mehmet Tanriverdi cigirê serok, Cahit Basar sekreterê giştî, Özgür Kara berpirsîyarê çapemenîyê, Suvat Yildirim jî wek sayman hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartinê bi beşdarbûna gelek Kurd û Almanên ji serenaserî Almanyayê hatibûn, konferansek hate lidarxistin.
Di Konferansê da Şaredarê bajarê Hannoverê yê kevn Herbert Schmalstieg, Şaredarê bajarê Stuttgartê Werner Wölfle, di derbarê pirsgireka Kurdên li Almanyayê da axaftinek kirin.
Dû ra Düzen Tekal û Prof. Dr. Jan Îlhan kizilhan ku, ji alî Civak a Kurd va hatibûn xelatkirin, xelatên xwe ji destê rêvebirên civakê girtin û di derbarê karê ku hêjayî xelatkirinê da, axifîn.
Di dawîya bernameyê da hunermenda Kurd Pervîn Çakar û Îbrahîm Şêxo derketin ser dîkê. Bi stranên Pervîn Çakar va konferans bi serkeftî qedîya.