Sedsal berê hîmê Împaratorîya Osmanîyan pûç bibû.
Avahîya wê di şûna xwe da dilerizî.
Mistefa Kemalê Alban ji nav koşka ku hêdî hêdî ji hîm da hildiweşîya derket û xwe avêt ber bextê bermayîyên împaratorîyê.
Ji Kurdan va dest pê kir.
Bi hemû kêmayetîyên din ra axifî.
Bi wan ra peymana hevparîyê danî.
Ew li dora xwe komkirin û bi navê wan derket pêş…
Dewleteke nû ava kir.
Dema lingê wî erd girt, gotin û hevparên xwe di nîvê rê da hîşt û navê dewleta xwe lêkir.
Dewlet a Tirk…
Kurd xeyîdîn û serî hildan…
Ereb revîyan…
Laz û Çerkez û kêmayetîyên din jî ji tirsê melisîn…
Di dawîya salên bîstan da Kurd jî di şer da têkçûn.
Mistefa Kemalê Alban û hevalên xwe li ser rê û rêbazên nû gerîyan.
Bi taybetî bi demaografîya kurdan ra lîstin.
Malbatên ku di serhildanên Kurdan da cîh girtibûn, bi destê zorê sirgûn kirin û li şûna wan Laz, Çerkez û Pomak anîn bi cîh kirin.
Dû ra çerxa asîmîlasyonê dest pê kir…
Ji zarokên piçûk va dest pê kirin.
Bi navê wezîrê perwerdeyî ya milî Reşit Galip sondekî îcad kirin.
Cara ewil, roja 23yê Nîsana 1933an, di sersala damezrandina dewletê ya 10min da xwendin û îlan kirin.
Ji wê rojê şûnda, her roj hemû zarok dan sondê ku, ew Tirk in…
Ji zarokên ku diçûn dibistanê, her sibe li ber derê dibistanê kom dibûn û bi hev ra sond dixwarin û digotin:
„Tirk im,
Durist im,
Zîrek im…
(…)
Hebûna min bi qurbana hebûna Tirkan be.
Xwezil ji wî kesî ra ku dibêje ez Tirk im…“
Kesên ku di piçûktîya xwe da ji wê sondê dûr diman, ew jî di dema leşkerîyê da sond dixwarin û dibûn Tirk…
Texsta sondxwarinê du cara hatîye guhartin.
Di sala 1972an û 1997an da.
Di guhartina di sala 1972an navê Atatirk bi textê va hatîye zeliqandin.
Di guhartina di sala 1997an da hatîye kinkirin û xemilandin.
Zarokên ku li Tirkîyê ji dayîk bûn, tam 80 salî vê sondê xwarin û mezin bûn.
Rêvebirên dewletê dîtin ku, hemû kêmayetîyên ku ji Împaratorîya Osmanî mabûn, helîyan.
Kurd jî ji dê û bavê xwe qetîyan û bi Tirkan ra bûne bira…
Rêvebirên dewletê roja 8ê Cotmeha sala 2013an da lihev civîyan û bi guhartina rêbaza perwerdayî ya milî va dawî li vê sondxwarinê anîn.
Zarokên ku pênc sal berê dest bi dibistana seretayî kiribûn, bê sond dibistana xwe qedandin û derbasî merhaleyeke din bûn.
Ne kêmayetîyên helîyabûn, bixwe hatin…
Ne jî Kurd dest ji biratîyê berdan û li ser koka xwe vegerîyan.
Gelo ji bo çi Şûreya Dewletê, ji xewa çile hişyar bû.
Bi lez û bez bi biryareke nû sonda Tirkbûnê careke din şûnda anî.
Dibe ku ji bo serîhildana Georg Washîngtonê pordirêj bê!
Bi serîrakirina Georg ra, lîrayê Atatirk helîya, dolarê wî fîrîya…
Sofî û hecî ji dolarê amerîkan têr nabin…
Gur û kûçik jî dest ji lîrayê Atatirk bernadin…
Şûngirê Atatirk, Reîs, bi navê biratîya olî sonda Tirkbûnê rakir û Kurd xapandin.
Bi vegera sondê ra jî îro hevparên xwe yên ji gur û kûçikan pêk tên dixapîne…
21.10.2018
ikramoguz@navkurd.net