Bîrmendê Amerîkî Naom Chomsky di hevpeyvîneke xwe ya ligel malpera The Interceptê da, di derbarê rewşa Sûriyê da nerînên xwe anîye ziman û dibêje: „Serokê Sûriyê Beşar Esed ji piraniya tiştên li welêt diqewimin berpirsyar e û ev rewşa nayê rewakirin.“
Di derbarê Kurdan da jî Chomsky axifîye û nêrînên xwe wiha anîye ziman; „Meseleya Surîyê ya herî girîng jî, herêmên Kurdan û Statuya Rojava ye. Bi baweriya min hebûna Amerîkayê bo parastina Kurdan ji egera êrîşekê lojîkî ye. Wan (Kurdan) karî bi awayekî baş civakê birêve bibin û yekem herêma serkeftî ye. Lê ji bo rêgirtina li êrîşeke dijminê wan ê Tirk û Esedê qatil, çi pêwîst e divê were kirin û ji bo parastina herêmên ku Kurdan ava kirine, pêwîst e ku Amerîka li Sûriyê bimîne.“