Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de vegera Berhem Salih pesend kir û wî weke berendamê xwe ji bo posta serokomariya Iraqê destnîşan kir.
Berdevkê Polîtboruya YNKê, Seîd Ehmed Pîre jî di konfranseke rojnamevanî da li ser vegera Berhem Salih sekinî û di derbarê berendamtîya wî ya ji bo posta serokomariya Iraqê axifî û got: “Dr. Berhem Salih weke berendamê YNKê ji bo posta serokomariya Iraqê hat diyarkirin û di dengdana nihênî da piraniya dengan hate hilbijartin.”
Herwiha endamekî Encûmena Giştî ya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê jî li ser dest ji kar berdana Berhem Salih got: “Berhem Salih nameya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Hevpeymaniyê kiriye û niha ev name li ber destê Encûmena Hevpeymaniyê ye.”