Bûyerên erjeng li ser hev hatin, em bi hovîtiya Îranê hejiyan. Ramîm Huseyîn Penahî, Loqman û Moradî, tevî berteka berfireh, hatin daleqandin. Li Xaneqînê sê Pêşmerge û sivîlekî kurd serjêkirî dîtin. Li Koyê roketên Tehranê rastî baregehên partiyên Rojhilatê hatin, kêmtirîn 19 şehîd û 40 birîndar…
Pirs, pirs…
Di êrîşa Îsmaîl Ozden de, heronên tirk ser Şingalê firiyabûn. Di komkujiya Koyê de jî li esmanan heronên çavdêriyê dîtibûn. Heya ku di teknolojiya êrîşan de jî hevbendiye dikin, newe?
Helwesta Bexdayê, mijara pirsê ye. Haya wê ji êrîşê heye. Bêdengiya wê, jixwe her tiştî dibêje. Heşdî Şeibî ji kuştinên Xaneqînê şikdar, ma ne milîsên hevpar ên Tehran û Bexdayê ne? Em hîn dibin ku Enqere jî ji Tirkmenan milîsan ava dike.
Taybetmendiya serdemê jî hêjahî binxêzkirinê ye. Ji ber ambargo, gefa DYA û rewşa Basra/Îraqê, Tehran di nav tirsê de ye û hêrsbûyî ye. Ew ji raperiya navxweyî ditirse, zêde jî ji Kurdistanê. Tê bawerkirin ku wê roket dane milîsên xwe yên îraqî. Weke her carê, wan pêşî li ser Kurdan (bêxwediyan) diceribîne…
Bêhelwestiya DYAyê û yên din
Asîmanê Iraqê di bin parastina DYAyê de ye, lê Îran û Tirkiye li ser difirin û li Kurdan didin. DYA nikare wan? Li hev hatine? Bi qestî dike? Sedemekî ambargoya Trump, roketên Îranê bûn. Gava bavêje Îsraîlê sûc e, gava li Kurdan dide ne sûc e? Qurbanî Kurd in û dibe ji ber nakokiyên wan. Divê em berpirsiyariya DYAyê bidin rûyê wê, divê rêyeke bergirî û parastinê hebe.
Ewropa navenda hestyariya mafên mirovan û demokrasiyê bû, lê bûyerên dawî neketin rojeva wan. Berjewendiyên aboriyî û koçberan ew gêj kirine. Almanya, Frensa û Îngilistanê, bi Enqere û Tehranê re canecan in. Li vir jî Kurd dibin qurbanî, tevî ku ew dewlet jî endamên koalîsyona nawdewletî ne.
Tehran û Enqere, bi tirs û qelsiya wan dileyizin, bi koçberan û bi bazara xwe wan ditirsînin. Lê ev li ber çav e; Îran û Tirkiye heya qirikê bi pirsgirêkên aboriyî û civakî barkirî ne, bi taybetî Îran li ber teqînê ye. Harbûn ji wir tê. Nîjadperestî û kuştin, kirine rêbazê parastina serweriya xwe. Heya kuderê? Û em baş zanin ku dilsoziya emperyalîstan gellek zû diguhere.
Bar ji xama Başûr nabore?
Barê Bakur û Rojhilatê ketiye ser Başûr. Hêvî dikim, ne yê Rojavayê jî. Du balkêşî: Li Başûr duserîtî, xeternak e, lê ma di vê mijarê de xêra wê tineye? Yek dikarê ji Bakur re, ya din jî ji Rojhilatê re rê veke. Di serêşiyekê de; yek li himberî Enqerê, ya din li himberî Tehranê bêdeng diminê.
Ya duyem: Iraq ji vîna navendî bêpar e. Ne wisa bûya, vêga wê êrîşî me dikir û em dikuştin.
Carnan kêr digihê hestî, xîret dest nade. Tevî rewşa giran jî, bertekên Mesud Barzanî û Fuad Mehsum têra xwe hene. Dilmayîniya xwe û binpêkirina serweriya Başûr anîn ziman û di ser de jî Masum, „bi hevdîtinan çareserkirina pirsan“ bin xêz kir. Bersiva Tehranê? Gefên mezintir xwar, weke li himberî Kurdan îlankirina şer.
Dîsa jî mirov ji Başûr bertekeke xezmtir dixwaze, ji kêmayî ve li Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û derên din. Ji kuştin, desteserkirin, koçberkirin û demografî-guhertinê gazind kirin, li wan nayê. Kurd ji wan, bergirî û bertekê dixwazin.
Ji dûr mirov hin tiştan fêm nake. Ji ber radestkirina Kerkûkê, me hin kesayet bi „xiyanetê“ sûcdar kirin. Vêga em bi wan re bergeşê parve dikin. Ji civakê re gotina me? Beşdariya hikûmeta Bexdayê tê rojevê. Dibe. Lê bi partiya Heşda Şeibî wan kuştinan dike re? Min got, ji dûr xwendin zehmet e!
Başûr ciyê parastinê ye
Hêvidar im, me ev du tişt fêm kiribin. Heya em nebin dewlet, em nikarin rê li ber wan kuştinan bigrin. Ya duyem: Tehran û Enqere, ne tenê perçiqandina tevgera Bakur û Rojhilatê, hilweşandina statukoya Başûr jî dixwazin. Em bi parastina Başûr erkdar in. Divê em wê nekin hedefên dewletan. Bi vê rastiyê: Başûr xaka Kurdistanê ye û nikare j barê Kurdistanê bireve.
Yên xwe dane doza azadiyê, divê mejî û tevgera xwe li serdemê bînin. Ew bi hevbendî tên ser me, em nikarin dubend bimînin. Ew bi teknolojiya nû û bi çekên nûjen tên ser me, ma yên prîmîtîv têra me dikin? Erê, ew dewlet in, em ne, lê êdî bi hişmendî û tevgera berê nabe.
Min daxuyaniya dibe ya hin birayên Rojhilatî xwend, ew ne li benda êrîşeke wiha çavsor bûn. Beyanî baş! Ji Qasemlo heya îro çend qurbanî? Hûn ji me çêtir dîroka serdestên fars zanin. Ew bêbext in.
Erê „dara azadiyê bi xwînê şîn dibe“, lê heya kuderê her car tenê emê bimirin? Em ne dewlet bin jî, bingeha me ya rewa ya her têkilî, xwe-zexmkirin û bertekê heye. Em êrîşên hov şermeza dikin, lê têrê nake. Divê berteka me hebe. Divê em hevbend bin. Divê em bikaribin herin ser kujeran.
Ji Rudawê