Meha îlonê, di dîroka Başûrê Kurdistanê da mehekî girîng e.
Ji wan yek di 11ê îlona sala 1961î da, bi rêveberîya Mela Mistefa Barzani li Kurdistana Başûr dijberî hukimeta îraqê şerê ҫekdariyê dest pê kiribû.. Jê ra Şoreşa îlonê dibêjin ku, ji her ҫar parҫeyên Kurdistanê Kurd tevî wê şoreşê bibûn û nav û dengê Kurdan li seranserî cîhanê belav bibû.
Ya duyemîn jî salek berê, di 25ê îlona 2017an da giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk gat. Bi giranî û bi xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi erêniya gellê Kurdistanê, bi ji sedî %93 dengên erênîyê va qedîya. Gelê Kurd di dîroka xwe da, cara yekemîn bi qerar û serkeftina giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, di rojeva cihanêda bi girîngî cih girtin.
Eger ku di hilbijartina 30ê îlonê da Partiya Demokrat a Kurdistanê ji sedî % 50yî zêdetir deng bigre, ev yek jî wê di dîroka Başûrê Kurdistanê bibe serkeftina sêyemîn.
Ҫend meh berê jî li seranserî Iraqê hilbijartin ҫêbûn. Di wê hilbijartinê da Partiya Demokrat a Kurdistanê li herema azad ji sedî % 45 deng girtibû. Ew jî, ji bo hilbijartina 30ê îlonê referanseke balkêş e.
Roja 30ê meha ilonê, bi gelemperi ji bo ҫar perҫê Kurdistanê. lê bi taybetî ji bo Kurdên Başûr gelek girînge. Ji ber ku hilbijartin ji bo parlamentoya Kurdistan a Azad e. Eger namzetên Partî Demokratî Kurdistan baş bixebitin ewê bi serkevin.
Di ser Giştpirsiya Serxwebûn a Kurdistanê ra tam salek derbas bû. Di nav yek salîda, li Başûr gelek tiştên xirab qewimîn. Lê ji bo milletê Kurd, serkeftiyên pir mezin jî bi dest ketin. Wek Şerê Pirdê, Zummarê û Maxmûrê…
Peşmergên qehreman bi canfîda ber xwe dan û ji bo parastina welat xwe li cîhanê dan îspatkirin. Lê ew bûyerên îxanetê, bi destên Îran, Iraq û Tirkiyê hatin kirin, bi saya peşmergeyên qehreman û miletê Kurd têk çûn û Kurdistan wêran nebû.
Eger Partî ew bûyerên ku qewimîn, baş bide famkirin ewê ewqas zêde deng bigre û bi serkeve.
Jiber ku girîngiya hilbijartinê gelek balkêş e. Ew namzedin diҫin parlamentoyê, ewê di derbarê qedera giştpirsîyê da jî biryaran bigrin. Bawerî ewek û hemû namzedê PDK bi rêbaza pîroz ya PDKê û Barzanî serkêşiya bicîhanîna encama giştpirsîyê bikin.
Ji ber ku heta roja îro raste rast, PDK ji bo serxwebûna Kurdîstan a Azad xebatê dike. Xêncî PDKê ji bo serxwebûna Kurdistanê xebata partiyek din li başûr jî nayê dîtin.
Wek bi gotina Serok Mesud Barzanî, Kurdistanek bi qûwet bi dengê gel û bi xurtbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê va bi qûwet û serkeftin dibe.
Ji bo serwerî û serxwebûna Kurdistanê, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê ra serkeftin…
18.09.2017
siracoguz@web.de