Pêşangeha Pirtûkan ya TUYAPê, piştî 4 salan careke din dîsa deriyên xwe ji xwendevanên Amedê ra vekir.
Gor agahîya rêvebirên pêşangehê 120 weşanxane beşdar bûne û di nav pênc rojan da nêzîkî 60 çalakiyên weke panel û gotûbêj tên sazkirin.
Mêvanê rûmetê yê pêşangehê îsal nivîskar Migirdiç Margosyan e. Margosyan bi eslê xwe Ermenî ye û li taxa Xançepeka Amedê mezin bûye. Di panel û gotûbêjên pêşangehê da dê li ser wêje, berhem û jiyana Margosyan axaftin were kirin.
Di pêşangeha îsal da kêmasîyek bal dikşîne, ku ew jî cara ewil e ku di afîşên pêşangehê da zimanê Kurdî cîh nagre. Di derbarê vê yekê da ji Rêveberê Peywendiyên Pêşangehê Anil Oder hate pirsîn. Oder di civîna çapemeniyê da bersiva vê yekê da û got; „Sedemeke taybet tine ye. Em giringîyekî mezin didin zimanên zikmakî. Weşanxaneyên Kurdî jî piştgiriyeke mezin dan pêşangehê.”
Kesên ku roja ewil pêşangeha pirtûkan ziyaret kirin, kêfxweşîya xwe anîn ziman û lê ji buhayê pirtûkan jî nerazîbûn.
Ji wan kesan yek wiha dibêje: “Her tişt buha bûye, tu tiştekî nayê standin. Em li pirtûkan dinêrin pirtûk jî li me. Em nizanin çi bikin.“
Pêşangeha TUYAPê bi piştgiriya Parêzgariya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Borseya Bazirganiyê, Yekîtiya Odeyên Dikandar û Sanatkaran, Ajansa Geşepêdanê ya Qerejdaxê û Rêveberiya Perwerdehiya Netewî ya Amedê vebûye, di navbera 25-30ê Îlonê da bi rê va diçe.