Hikûmeta Îsraîlê ji hemwelatiyên xwe dixwaze ku, ew ji 9ê Îlonê heta 30ê Îlona 2018ê serdana Tirkiyê nekin.
Di malpera Times of İsraîlê da tê dîyarkirin, ku ev daxwaz ji alî Bûroya Tekoşîna li Dijî Terorê ya Desteya Ewlekariya Nîştîmanî ya Îsarîlê hatîye kirin.
Di daxuyaniya bûroyê da wiha tê gotin: “Ji bo hemwelatiyên Îsraîlê, hebûn û nîyeta grûbên terorîstî yên li Tirkiyê gefeke herî bi potansiyel e.”
Di eynî daxûyanîyê da tê gotin, ku herwiha di vê demê da hemwelatî weke Tirkîyê, serdana Misir û Urdinê jî nekin.
Wek tê zanîn, roja 9ê Îlonê dêstpêka Sala Nû ya Cihûyan e.