Serok Barzanî ragihand ku hinek kes behsa serweta wî dikin û got: “Ez xwe li cîhanê weke kesê herî dewlemend dibînim, ji ber ku serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî li Duhokê beşdarî beşdarî mitînga hilbijartina ya ji bo parlametoya herêma Kur
distanê bû, di mitîngê da axaftinek pêkanî . Barzanî di axaftina xwe da got: “Roja 30ê Îlonê rojeke dîrokî ye. Her ser sindoqan û dengê xwe ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê bi kar bînin.
Hûn baş bizanin ku PDK ne ji bo rikeberiya partiyên din, ji bo xizmeta we hatiye damezrandin.
Li dijberî DAIŞ gelo ew kes kî bûn ku wan Kurdistan parast. Ez ji we daxwaz dikim ku lîsta PDKê bi ser bixin, daku daxwaz û armancên we werin cîbicîkirin.
Di van demên dawîyê da carcaran behsa yekrêziya nav mala Kurdî û Kurdistanê tê kirin, her kes şahid e ku em ji bo yekrêziya Kurdan ti tiştekî texsîr nakin.
Hinek kes qala serweta min dikin. Ez li vê cîhanê xwe weke kesê herî dewlemend dibînim. Ji ber ku serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e.”