Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya salane ya taybetî dîyar kir. Di raporê da Îran weke sponsorê herî mezin yê terorê tê binavkirin û wuha tê gotin:
“Îran li hember neseqamgîriya Efganîstan, Bahreyn, Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê berpirs e.
Îran hewl dide ziyanê bigihîne hikûmetên li herêmê û hevdem alozî û nakokiyên di navbera welatan de zêde dike.
Rêveberiya Tehranê bi riya Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran, wezareta îstîxbarat û asayîş û Hizbûllaha Lubnanê sponsorîya terorê dike.
Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ku li ser sala 2017ê hatiye nivîsîn, radigihîne, sala 2009ê ve Îran ji bo El Qaîde hêsankarî kiriye daku pere û çekdaran veguheze başûra Asya û Sûriyê.
Îran weke salên borî di sala 2017ê da jî wek sponsorê terorê piştgirî daye Hizbûllaha Lubnanê, grûpên teorîstî yên Filistînê, grûpên terorîstî yên şîeyên Iraqê yên wek Ketaîbî Hîzbullah û çend grûpên li Sûirye û welatên din ên Rojhilata Navîn.”