Li gel destpêkirina qonaxa yekemîn a dorpêçên li ser Komara Îslamî ya Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyanîyek da. Trump di daxuyanîya xwe da radigihîne, ku kîjan alî danûstandinê li gel wî welatî bike dê rûbirûyê cezayên giran bimîne.
Donald Trump di daxuyanîya xwe da wiha dibêje; “Em ê di kertên otomobîl, bazirganiya zêr, kanzayên giranbiha û dahata petrolyomê, cezayên giran bixin ser Îranê. Cezayên herî giran” bi ser Îranê de xwar û hişyarî jî da, ku kîjan alî yan jî kompanya danûstandinên xwe yên ligel Îranê berdewam bike dê baca vî tiştî ji bo wan jî giran be.“
Trump di derbarên welatên din da jî wiha dibêje; “Gelek welatan amaje bi wê yekê kirine ew dê hawirdekirina petrola xav a Îranê bibrin an jî kêm bikin. Du rê li pêşiya rejîma Îranê hene; yan dê reftarên xwe yên gefxur û zêdegaviya xwe ya li herêmê biguhere û xwe ligel aboriya cîhanê biguncîne, yan jî dê ji aliyê aborî ve were paşguhxistin.”
Donald Trump di daxuyanîya xwe da bang li gelê Îranê ji dike û wiha dibêje; „Amerîka piştgirî dide gelê Îranê, ku ev demeke êşê dikişin û bûne qurbanên siyaseta rejîmê. Em geşbîn in ku dê rojekî gelên Îranê û hemû navçeyê dê aştî û aramiyê de bijîn.”