Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku “Qeşe Andrew Brunson kesekî bêsûc e û divê li ser bingeha dadperweriyê were azadkirin”.
Pence di twitta xwe da dibêje; „wisa baştir e ku Tirkiye îradeya Serok Trump a ji bo vegerandina wî welatiyê Amerîkayê ku li derveyî welat bi xeletî xistine zindanê, neceribîne“.
Herwiha Berdevka Koşka Spî, Sarah Sanders jî radigihîne ku, Tirkiye bi awayekî nedadperwerî li gel Qeşe Brunson serederî dike.
Sarah Sanders dibêje; „Heta ku qeşe neyê azadkirin, gumriga zêde ya li ser hesinê Tirkiyê nayê betalkirin. Duqatkirina gumriga Tirkiyê li ser kelûpelên hinardekirî yên Amerîkayê rêyeke xelet e û Enqere dê poşman bibe.“