Kurdên Bakûr mirovên dilşewat in…
Diltenik in…
Ji hemû mirovên li rû dinê dijîn, hezdikin û di navbera wan da tu cûdahîyek nabînin.
Pozê zarokekî Filistînî xwîn bibe, dikewicin û berxwe dikevin…
Li çîn û maçîn mirovek were kuştin, dest ji kar û barê xwe berdidin û şînê dikin…
Li bajareke Tirkîyê qezayek biqewime, jibo mirî û birîndarên qezayê, berî Tirk û dewleta Tirkan sê roj û sê şev şînê îlan dikin û digirîn…
Kurdên Bakûr îro jî hiznî ne.
Jiber ku li Çolemêrgê jin û zaroka leşkerekî Tirk hatîye kuştin…
Bûyer çawa qewimîye, jin û zaroka wê çawa û ji alî kêva hatine kuştin, hê sedîsed nayê zanîn…
Lêbelê Kurdên Bakûr ketinê rêzê û yekoyek bûyerê şermezar dikin…
Ji bo jin û zaroka leşkerê Tirk digirîn û şînê dikin…
Bêguman, sedem çi dibe bila bibe, ez jî li dijberî kuştîna jin û zarokan im…
Mixabin, qasî hinek Kurdên Bakûr jibo Tirk û Ereb û Farisan diltenik nînim.
Carcaran dilê min bişewite jî, wijdana min derdikeve pêş û wê şewatê ditemirîne…
Dû ra li min vedigere û dibêje:
„Welatê te hatîye dagirkirin…
Dîroka te hatîye çirandin…
Axa te hatîye talankirin…
Dewleta Tirk her roj çîya û banîyên welatê te bombebaran dike…
Kurdek li Başûr serê xwe rake, dewleta Tirk şûrê xwe nîşan dide…
Kurdek li Rojava daw û doza mafê xwe bike, dewleta Tirk bi tank û topan êriş dike û dengê wî difetisîne…
Mala te, gund û bajarê te wêran bûne…
Nîşana hebûna te, zimanê dayîka te hatîye birîndarkirin û li ber mirinê ye…
Tu ji vî halê xwe ra nagrî û nakewicî…
Ji bo jin û zaroka leşkerekî Tirk dilê xwe tenik dikî…“
Ez li dengê wijdana xwe guhdarî dikim û ne ji bo kuştina jin û zaroka leşkerê Tirk ne jî ji bo mirina zarokek Filistînî, ne şa dibim, ne jî şînê dikim…
Ji Kurdên Bakûr yên mirovhiz û diltenik ra jî dibêjim, berê xwe bidin welatê xwe, li mala xwe û li xwe mêze bikin…
Hûn jî mirov in…
Mirovhizîya xwe berê ji bo xwe nîşan bidin…
Agirê ku bi mala we ketîye, roj bi roj gur dibe û we dişewitîne, bibînin…
Berê ji bo halê xwe bigirîn û şîna xwe bikin…
Heger dema we ma, wê gavê dikarin ji bo cînar û hemwelatî û hemolên xwe jî şînê bikin…
01.08.2018
ikramoguz@navkurd.net