Xwendevanên hêja, min di nivîsa xwe ya berî vê nivîsê da bi zimanê dijmin, li ser navê “Ana Dîl Nedîr?” -ango çîye zimanê dayîkê?- ji we ra: “Eger ku nemirim dê ez di nivîsa xwe ya peyhatî da li ser giringîya gelşa zimên rawestim” gotibû.
Belê xwendevanên delal, xuşk û birayê minên xoşewîst, mirov bi ziman mirov e. Ziman ku nebe, mirov qet navekî nade hebûnên vê cîhan û gerdûna mezin. Bi gotinek dî, ango çiqas ku li ser erdê vê cîhana me, di bin asîmanê şîn da candarên zindî -mirov, ajal, balinde, ango teyr û nebat- hene, hemû çîya, kevir, dar, behrên bê ser û bin, newal, neqeb, çem, kanî, gul, çîçeg û kulîlkên reng bi reng, mirov bi zimên nav daye van hebûnan. Di vê cîhana me da çiqas ku gel, ango milet hene, her gehlekî bi zimanê xwe yê zikmakî ve nav daye her tiştî. Bi kurtî, ziman ku nebe, di navbera mirov û hemû ajalên çar ling, balinde û nebatan da qet ferqek naye dîtin. Her hebûnek, her candar û zindîyek, her mirov û gelhek bi navê xwe ve tê naskirin. Ziman di hebûna mirov da, hacet û lebatekî herî girîng e. Ew ku nebe, mirov bi xwe jî tune. Ziman gula sor, a ku wekî mîsk bîhn dide, di devê dayîkan da ajdaye, rîçal, şax û gulîyên wê li tev bîhna wê ya xweşik, di vê cîhana me da belav bûye. Ji wê gul û bîhnê yek jî zimanê dayîk û bavê me Werdê û Kurdo ye.-li gor gotina kal bavan û mîtelojîyê, Kurdo û Werdê, bav û dayîka me yên yekem in- Divê em wê gulê avdin, bê av nehêlin, neçilmişînin, her dem wê wekî ronahîya çavên xwe biparêzin, bîhna wê li ber pozê xwe dûrnexînin. Wê ji xwe ra bikin gîyana laşê xwe û hebûna xwe.
Xwendevanên delal, piştî evqas gotinan û girîngîya zimên, vêca jî ez dagerim werim ser hevoka sernivîsê. Ango “Êş û Janên Bîrnebûn”. Ez bawer im di jîyana we hemûyan da jêş û janên bîrnebûn hene. Jixwe jîyan bi xwe hem êş û jan e, hem jî ken û kêf e. Di jîyana min da tiştê ku êş û jana dirêşê daye min, ez êşandime, -ê ya herî bi jan- ew jî rewşa wê dayîka mina dilovan, ku wê porê xwe ji me şeş bira û keçek xwe ra kiribû, gezik, ango avlêk; gelek teda, zilm û zor ji destê zirde kûrê xwe kişandibû.
Belê xwendevanên hêja, ez dixwazim di vê nivîsa xwe da ji we ra rûpelekî di bîranînên xwe da vekim, ji we ra qal û behsa zimanê dayîkê bikim. Ez di şanzdeh (16) salîna xwe da, li ber teda û zilma zirde kekê xwe bûm terkî welat. Wêstgeha mina yekemîn Edene, a duwem Stenbol. Bavê min di sala 1953’yan da çû heqîya xwe. Em şeş bira ji bavê sêwî man, eta min çûbû mêr. Ez li xurbetê dixebitîyam, min her meh ji dayîk û pênc birayên xwe ra dirav dişand, ku hevceyê kesekî nebin û nebûn jî. Di sala 1959’da ez bûm leşgerê Roma Reş, Bahrîya; tam sê sal leşgerî. Piştî qedandina leşgerî vêca ez çûm giravâ Qibrisê, li wir, bi esl û koka xwe ve Kurd, ji keçikekî ra zewicîm. -Bermalîya mina 56 salî, Refah Xanim- Sal 1962, di mehan da jî 22’yê meha Çileyê pêşin. Piştî salekî şer di navbera Rûmên Qibrisê û Tirkên har da derket. 21-12-1963. Di wî şerî da me her tiştên xwe wenda kir, lê ji Yezdanê mezin her şikir em nehatin kuştin. Piştî heftekî, doliwgerîya Tirkên har, ên wê giravê carek dî ez li wir kirim leşger, ango vêca navê leşgerîya min “Mücahît” bû, lê dîsa ji Yezdanê mezin û Xizirê Dêrsimê her şikir ku, min ne kesek kuşt, ne jî hatim kuştin.
Şîyarbûna mina civakî jî, jixwe di wê roja ku min gav avitibû ser wî erdê Qibrisê, di wê rojê da destpêbûbû.
Belê, ev gelş gelek dirêj, gelek jî bi êş û jan e. Eger kesên ku bixwazim li ser tevahîya jîyana min serwext bibin, dikaribin “Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan” Weşanên Veng. A bi zimanê dijmin jî “Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam” . Ango “Çem Li Erdnîgarîya Xwe Digere, Jan û Jîyan” Weşanên Dozê, ji van herdu weşenxanan bigirin bixwînin.
Piştî, du sal leşgerîya nav “Mücahît” ez û bermalîya min, li tev du keçên xwe, Încî û Hayal, dagerîyan Stenbolê. Dem Sîbat 28, 1965. Wargeh Qasimpaşa, taxa Serokkomarê Tirk Recoyê Gurc, Küçük Pîyale.
Piştî demek kin min ji xwe ra karek dît. Ango Paqijvanîya Hişk. Bi Tirkî “Kuru Temizleme” Ortaköy, Karxana Pepo. Piştî demek kin sê birayê minên ciwan, ango ên biçûk hatin cem min, dudu diçûn dibistanê. Ango dibistana navîn û a bilind. -Orta, lîse- Dûra min dîya xwe anî cem xwe, lê di hatina wê da derd, kul û êşên min bêtir zêde bûn. Ji ber ku ne bermalîya min zimanê wê dizanîya, ne jî du keçên min. Jixwe min jî di malê da zimanê dayîka xwe di navbera hersê birayên xwe da qedexe kiribû. Ji ber ku Tirkîya wan ne baş bû, di warê zimên da nota herdu birayên min jar bû. Birayê minê piştî min, ê çarem, 12 sal dibistana navîn û a bilind xwend, lê biruntî, ango dîploma ne stand. Ê biçûk bi serkeftî qedand, çû Enstîtuya Mamostan, xwend bû mamoste, lê mamostetî jî nekir. Ev gelş jî gelek dirêj e, naxwazim serê we biêşînim.
Belê, di heman sala 1965’an da ez ketim nav kar û barên ramyarî, ango sîyasî bûm sempatîzanekî Partîya Karkirên Tirkîyê û ketim nav karê Sendîqatê. Di destpêkê da ez xortekî wurya û anarşîşt bûm, min birûskê
karbidestên Tirk dikişand ser xwe. Ji ber wê yekê rojekî hevalekî ji min ra: “Riza Can, eger tu usa tevbigerî, dê tu werî kuştin, çêtire ya tu ji vî welatî derkevî, yan jî devê xwe dadî” got, pêşnîyar kir ku ez li wir birevim. Min gotina wî hevalê xwe yê ku piştî reva min bi qeyrana dil mir çû heqîya xwe, kir ez revîyam hatim Cemsera Başûrê cîhanê, Kîşwera nav Awistûralya, li bajarê Sydney ciwar bûn. Dûra min serî li wezareta penahendan xist, wezaretî yekser ez pejirandim û heqê rûniştandinê da min. Piştî demek kin min dawetnameya bermalîya xwe û sê zarokên xwe şand -li Stenbolê jî kurê minê mezin ji dayîk bûbû- piştî heft meh, bermalîya min li tev sê zarokên min, bi diravên dewleta Awistûralya hatın Awistûralya, lê dîya min li tev sê kurên xwe, Alîyê dilovan, Heyder û Memed li Stenbolê man. Min her meh ji wan ra çi ku hevceyê wan hebû dişand. Di sala 1972’yan da min Alî zewicand, li tev jinê anî Awisturalya. Piştî çend salan min dîya xwe xwast ew jî hat, lê derd û êş û janên min bûn hezar, hezar qat. Ji ber ku kesê ku ji dîya min ra bi zimanê wê qise bikirana tune bû. Tenê kurê minê biçûk, ê ku di vî welatî da ji dayîk bûbû, Heval, ji dapîra
xwe ra qise dikir, lê ew jî diçû dibistanê, wexta ku dihat mal jî, qasa demjimêrekî li cem dapîra xwe disekinîya ji wê ra qise dikir, dûra ya diçû cem dîya xwe û xuşk û birayê xwe, ji wan ra bi Îngîlîzî qise dikir, ya jî diçû cem hevalê xwe yên cîran, li tev wan dileyîzt, ez û Alî jî di kar da bûn. Êvar, êvar wexta ku ez dihatim mal, piştî şîvê li cem dîya xwe rûdiniştim, min bi zara wê, ji wê ra henek, qal û behsa gund û welêt dikir, ku ew bêrîya welêt, qom û qebîl neke, sewra wê fereh be, lê min didît ku kêfa wê ne di cî da ye. Bê derew. pirr î caran, bi taybetî jî di dûwahîya her hefte, roja Yekşemê min ew dibir mala hin hevalên ku wan û jinên wan Kurdî dizanibûn, qise dikirin, li wir sewra wê pîçekî fereh dibû, lê min ne dikaribû her roj wê bibim mala wan kesan. Ji ber ku ez her rol 9-10 demjimêr dixebitîyam, wexta ku dihatim mal jî şev tarî bû. Pişî şîvê her dem li kêleka wê rûdiniştim, me bi hev ra qise dikir, carna min pirtûka çîroka Memê Alan -Kemal Bûrkay kiribû pirtûk- dixwend, lê wê hin peyvên zimanê pirtûkê jî fam nedikir, ji min dipirsîya, min jî ji wê ra şîrove dikir, lê dîsa jî nedibû. Ango min çi dikir, ne dikir, min didît ku ew ne dilşa ye, bê heval û hogir, bê zar û ziman e.
Rojekî ez dîsa li kar im; dîya min li cem bûka xwe ye, lê herdu jî wekî kesên lal û kerr in. Ne ew zimanê bûka xwe dizane, ne jî bûk zimanê xesûya xwe. Piştî demek kurt, dîya min derdikeve der, diçe li ser dîwarê pêş malê rûdine bi deng destpêka gîrî dike, cîran lêdinêrin, tên ji bermalîya min dipirsin “Çira va xesûya te digîre?” dibêjin, ew jî dibêje, “Welleh ez jî nizanim çira digîre” û wê tîne mal, piştî demek kin zavayê min, kurê pismamê min Mamûd -Min keça xwe a mezin daye wî, wî jî li tev xesûya xwe di qerajê malê da kinc
didûra- tê, wê dibê mala birayê min Alî. Êvara wê rojê ez hatim mal, dîya min ne li mal e. Min ji bermalîya xwe pirskir,“Kanê dîya min?” îcar wê: “Riza, Eyşê -Eyşe keça eta bermalîya min, ango keça hevling û dişa min e- ji min ra têlefon vekir, ji min keça me Încî pirsîya -bermalîya min navê dîya min daye keça me. Ango navê dîya min Încî bû min jî got “Încî ne li mal e, li dibistanê ye” got, dûra jî dîya te derket der çû li ser dîwarê pêş malê rûnişt destpêka gîrî kir, Cîran hatin ji min pirsîyan çira va xesûya te ya kal digîre? gotin, min jî ji wan ra: “Velleh ez jî nizanim jibo çi digîre” got, dûra min pê destê wê girt anî cem xwe qeraj. Piştî demek kurt Mamûd hat, wan ji hev ra qise kir, dûra Mamûd ji min ra: “Ez amojina xwe dibim mala Alî”
got, dîya te bir wir hat, min jê pirsî Mamûd xesûya min çira gîrîya ye? Îcar Mamûd: “Amojina min dibêje bûka min di têlefonê da zema min dike” Tobe tobe Riza tu baş dizanî ku ez dîya te wekî dîya xwe hez
dikim. Di têlefonê da Eşyê, Înci pirsîya, min jî “Încî ne li mal e, li dibistanê ye, hêj ne hatîye” got. Ez bawer im wê wer zanîye ku ez qal û behsa wê û zema wê dikim” got, carek dî sond xwar, lê min rind dizanibû ku bermalîya min bi rastî jî dîya min wekî dîya xwe dibîne, hez dike, di karguzarîya wê da qet kêmasîyek xwe tune. Piştî evqas pirs û bersîvan ez rabûm çûm mala birayê xwe Alî, “Min got dayê çira te usa kirîye?” wê qet bersîvek neda min, bêdeng ma lê wê tevgera wê ez kuştim, çûm ber gorê û dagerîyam, min nezanî ku ez ji wê ra çi bibêjim û çi jî bikim. Cîhan ji min ra bû doz, rewşa dîya min ez kuştim, min hezar carî nale li xwe anî, ku min çira ji zarokên xwe ra bi zimanê dayîka xwe qise nekirîye, çira ez ji bermalîya xwe ra nebûme mamoste, ku ez wê fêre zimanê dayîka xwe bikim; lê ez dereng mabûn. Herdu keçên min diçûn dibistana bilind, kurê minê mezın di dibistana pêşin, pola dûwahî da bû. Hevalê biçûk jî diçû pola yekem, lê min ji Heval ra qet bi Tirkî qise nekiribû. Ji ber ku dereng be jî ez di warê giringîya zimanê dayîka xwe da ji xwe hesîyabûm û min sond xwaribû ku ez ji Heval ra qet peyvek bi Tirkî qise nekim. Bi rastî jî ez li soza xwe mam, Heval jî ji min fêre zimanê kal û bavên xwe û dapîra xwe bû, ji dîya xwe fêre Tirkî, ji herdu etên xwe û kekê xwe jî fêre Îngîlîzî bû, îro Heval bûye mirovekî çil salî, mamosteyê werzîştê, ango sporê ye, Kurdîya wî jî ne xirab e, lê ji bilî min kesên ku ji wî ra bi Kurdî biaxifin ew jî tunin.
Belê xwendevanên hêja, dîya min di vî welatî da mabû bê ziman, hendik mabû ku hişê xwe wenda bike. Roja ku ew derketibû ser dîwarê pêş malê destpêka gîrî kiribû, wê rewşê piştî sê rojan ez kirim nexweşxanê. Ango min qeyrana dil derbas kir, ji mirinê filitîyam. Sal 1984, 14’yê Avrêlê. Ango Nîsanê. Wexta ku ez li nexweşxanê derketim hatim mal, min ji dîya xwe ra: “Dayê divê tu dageri welêt, herê nav qom û qebîlê xwe, li wir bimirî. Eger tu li vir bisekinî, dê tu dîn bibî bimirî, lê ez naxwazim tu li vir bimirî. Mirina te dê min jî bikuje, lê ez naxwazim di vê ciwantîya xwe da werim kuştin, bimirim daye. Ji ber ku va revşa te min pirr dikesirîne, min dikuje. Divê tu min fam bikî, ez naxwazim bimirim. Lewra hin ciwan im, tu jî êdî kal bûyî” got, min dîya şuve şand welêt, di 91 salîya xwe, 21’ê meha Hêziranê, sala 1994’an da çû heqîya xwe. Gora wê li welatê wê Kurdistan, gundê min Kûpika xopan, li tenişta gora bavê min û zirde kekê min da ye. Ango hersê di kêleka hev da, di bin axa reş da radizin. “Axa wan zêde, rama xwezayîya
Kurdistanê û Xizirê Dêrsimê li ser axa wan kêm nebe” dibêjim. Ez jî wexta ku mirim, divê laşê min were şewitandin, axa laşê min here gundê min Kûpikê, li ser wê axa pîroz belav be. Ev hosîya min e, min ev
hosîya xwe jî kirîye helbest.
Belê xwendevanên hêja, xuşk û birayê minên Kurd, ez dibêjim “Her ziman gulek sor û bîhn mîsk e, bîhn bikin û dilşa û bextewar bin. Ji xwe bîrnekin, ziman dayîk e, dayîk jî Xwedê bi xwe ye. Wê hez bikin û wê
bihebînin. Dîsa ji xwe bîrnekin, wexta ku we zimanê xwe jibîrkir, hûn ne ferdên wî gelî ne, ne jî heqê we heye ku hûn bibêjin “Ez ferdekî filan gelî me”. Hêvî dikim, her Kurdek zimanê dayîka xwe jibîrneke, li ser giringî û yekîtîya zimên û yekîtîya erdnîgarîya xwe raweste. Ji ber ku ev herdu seretana, -öge, faktor- jibo danasîna netewekî seretayên herî girîng in. Divê gelê Kurd dev ji derewên çepên Tirk û ramyarîya PKK’ê ya çewt berde, jibo azadî û serxwebûna welatê xwe Kurdistan, jibo yekîtîya biran hewl bide, guh nede gotinên hin bêbextan, biratîya gelan û ola Îslamê, ku êş û janan ji bîrbike.
Belê, piştî evqas gotinan jibo zimên, ez dixwazim rastîyekek dî jî, ji we xwendevanên delal ra bibêjim û dûwahî bidim nivîsê. Lewra min dîsa gelek dirêj kir, bibexşînin. Rastî ev e: Li gor bawerîya min wexta ku
ramyarîya çeptî û rastgirî ket nav me Kurdên Bakûrê, zimanê me derbek mezin dît. Di derketina PKK’ê da jî, hat kuştin, îro jî em hin kes li ser wî meyîtê kuştî digîrin. Hêvî dikim Loqman î Hekîmek derkeve, wî
meyîtê kuştî zînde bike û nû ve vejîne. Bi hêvîya daxwazîya vî dilê keserkêş, ez bi sê çarînan ve dûwahî bidim nivîsê. Çarînên jibo kesera welêt, jibo êş û janan.
Jibîrnebû Kûpik, Dala Mistê Balan
Ewder in ji min ra, warê bav û kalan
Keserê ez kuştim, kesera roj, meh û salan
Kesera qom û qebîl, kesera kulîlk û gulan
Li wir çiqas xweş bû dem û rojên min
Kar û berx û golik-bûn hevalên min
Min ew diçêrandin li ser wî erdê pîroz
Dengê pepûk û kewan dibûn awaza min.
Şêşt û heft sal in ku, ji welêt dûr im
Dikşînim keserê, ez birîn kûr im
Digîrim her roj, dibêm “Ax welat”
Riza me, kurê Alê Memê Gur im.
Bimînin di xweşîyê da.
rizacolpan@gmal.com