Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro di heştemîn kongreya Yekîtiya Lawên Demorkata Kurdistanê de axifî.
Barzani di axaftina xwe da bang li Alwên kurdistên kir û wiha got: “Daxwaza serkevtina we dikim û înşalah dê kongre ya we kongreyeke serkevtî be. Hûn jibo qonaxa pêşerojê, xwe amade dikin. Jiber ku her weke vê dirûşma ku we bilind kiriye, paşeroja Kurdistanê di stuyê lawan de ye. Rola lawan di şoreşên Eylûl û Gulanê de, berê şoreşa Eylûlê de jî roleke sereke û bi bandor bûy. Gelek rêvebirên bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ji vê dibistanê rabûn, ku ew Yekîtiya Lawan bû, her ew xebat û têkoşîna we jî wiha kiriye, ku hûn bibin endam di Yekîtiya Lawên Cîhanê de, ku ew jî serbilindiyeke mezin e ji we û milletê we re.”
Barzanî behsa serdana şandeke Yelîtiya Lawan bo cem rêberê netewî Mele Mistefa Barzanî kir û got: “Di sala 1968an de ku wê demê qotabî (xwandekar) û lawan sekretariyeke wan hebû, hatin bo hevdîtina cenabê Barzanî. Ew bi dîtina wan xortan va gelek keyfxweş bû û ji wan ra got; ‚xwandekar serê ne û law jî şûrê polayîn in, êdî ez nikarim wefekê ji wê ciwantir ji bo lawan bibînim. Lê dikarim we piştrast bikim ku bi hemû hêz û şiyanekê em dê piştevanê we bin û PDK hertim piştevanê we dibe.”
Barzani di berdewamiya axaftina xwe da li ser xebata xebata dîrokî ya gelê Kurdya ji bo azadî û li dijî zordariyê jî bi mînaka xebata Kawayê Hesinkar û ji holêrakirina Dehak kir û got: “Ji wê rojê vir da gelê Kurdistanê têhniyê azadî û serxwebûnê bûye, heta ku digihe îro, şoreş li pey şoreş û raperîn li pey raperînê endam daye.”
Ya ku em pê serbilind in ev e ku me tu carê êrişî xelkê din nekirîye, em neçûne ser axa xelkê din, me mal û milkên xelkê din talan nekirîye, me hertim berevanî û daxwaza azadiya xwe kiriye, me daxwaza serbestiyê kiriye. Mixabi her carê zulm li me hatiye kirin, me biratîya wan qebûl kiriye, mixabin wan ccînartîya me jî qebûl nekirine…“
(Çavkanî: Rûdaw)