Senatora Komarîxwaz ê Amerîkayê, Lindsey Graham ji medyaya welatê xwe ra ragihand, ku eger ew dixwazin li Sûriyê rê li ber rêya Tehran û Beyrûtê û vegera DAIŞê bigirin, divê hêzên wan li bakur û rojhilatê Sûriyê bimînin.
Graham di ragihandina xwe da dibêje; „niha pisgirêkên Îranê yên aborî hene û divê ew bibin hevalbendê Tirkiye û Rûsyayê, daku bikaribin wan ji Îranê dûr bixin. Ji bo vê yekê gelek rê hene. Ji bo dûrxistina Rûsyayê ya ji Îranê pêwîst e ku em li Iraqê û Sûriyê bimînin.“
Lindsey Graham roja 02-07-2018 bi şandeke amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê û bajarê Minbicê kiribû û bi rayedarên her du encûmenên leşkerî û sivîl ên Minbicê ra civiyabû.