Gelo Qendîl çî ye?
Ya jî li kuderê ye?
Ez bawerim ji piçûkan heta mezinan hemû Kurd bersiva van herdu pirsan jî baş dizanin ku Qendîl a ku ez qal dikim, nu şekirê Qendîlê, ne jî şeva Qendîlê ye…
Mixabin hemûyan xwe li kerr û laltîyê danîne.
Ne êrişên ku dewleta Tirk bi rojane di nav axa Başûrê Kurdistanê da dike, dibînın, ne jî dengê bombeyên ku ji ezmanan da dibarîne, dibihîsin.
Rêvebirên dewleta Tirk li alîkî derketine kûçe û kolan û ji bo desthilatîya dewletê propoxandaya hilbijartinê dikin.
Li alîyê din jî ketine nav axa Kurdistan a Başûr û bombeyan dibarînin.
Serleşkerê Tirk dibêje; „Emê ala xwe li ser Çîyayê Qendîlê biçikînin…“
Serokkomarê Tirk dibêje; „Piştî Qendîlê emê berê xwe bidin Mexmûr û Şengal ê û wan deveran jî bistînin…“
Serokwezîr jî ji wan kêm namîne û dibêje; „Heger pêwîst be, emê heta Hewlêr û Silêmanîyê jî herin…“
Hêz û partîyên Kurd çi dikin?
Ew jî di nav mala xwe ya tevlihev da, daw û doza demoqratîzekirina dewleta Tirk dikin.
Alîgirên wan bi nav û navnûçakan hevdu tawanbar dikin.
Di derbarê êrîşên li ser Qendîlê da Kurdên alîgirê PKKê dibêjin; „Çima Başûr bê deng e û li dijberî êrişên Tirkîyê dernakeve…“
Alîgirên partîyên din jî dibêjin; „Ew dewerên ku dewleta Tirk bomberan dike, di bin desthilatîya PKKê da ne û Hukumeta Herêma Kurdistanê berpirsîyarê wan deveran nîne û sedemên bombebarana Qendîlê jî, li wir hebûna PKKê ye…“
Bi awayekî din, dewleta Tirk axa Kurdistanê bombebaran dike…
Kurd jî weke mesela Mele Nasreddîn, diz dane alîkî û bi hev ketine…
Alîyek dibêje PKK çima Qendîlê vala nake…
Alîyê din dibêje PDK çima li axa xwe xwedî dernakeve…
Ji alîkî va di gotinên herdu alîyan da jî rastîyek he ye…
Rastîya alîgirên PKKê bêdengîya PDK û Hukumet a Herêma Kurdistanê ye.
Rastîyê alîgêrên partîyên din jî helwesta PKKê ye.
Jiber ku PKK di şert û mercên asayî da çar parçeyên Kurdistanê jî wek malê xwe dibîne, lê dema ku bikeve tengasîyê, wê gavê jî xwe dide alîkî û li ser bêdengîya xwedîyê wan deveran sîyasetê dike…
Mixabin herdu alî jî baş dizanin ku sedema bombebarankirina Qendîlê îro PKK be jî, duh tiştekî din bû, sibê jî tiştekî din dibe…
Mixabin, di vê bûyerê da jî zanabûna xwe didin alîkî û bi bahaneyên pûç û vala kêmasîya xwe pîne dikin.
Jiber ku dewleta Tirk berî destpêkirina şerê PKK jî di nav sînorê Başûr da dest bi operasyonên leşkerî kiribû…
Piştî Refereandûm a Serxwebûnê jî ji bo operasyônên leşkerî artêşa xwe amade kir û li erd û ezmanan hemû derîyên Başûr li ser Başûr da girt…
Ev yek jî nîşan dide ku, sedemên êrişên dewleta Tirk ne tenê hebûna PKKê ye.
Ji bo dewleta Tirk hemû Kurd yek in û hemûyan jî ji bo pêşeroja xwe xeternak dibîne.
Ji ber vê yekê ku, di gotinên alîgirên hemû partîyên Kurdan da rastîyek hebe jî, ev yek, nabe sedema bêdengîya wan…
Tu kes nabeje, bila hemû partîyên Kurdên Bakûr û Başûr li dijberî êrîşên dewleta Tirk dest bi şerê çekdarîyê bikin.
Qet tiştek ji destên wan neyê jî, ew dikarin bi awayekî aştîyane nerazîbûna xwe nişan bidin.
Hêza wan a ku rê li diz bigre, tunebe jî, lê hemû bi hev ra ya jî bi tena serê xwe dikarin bi argûmanên maqûl, li ba Miletên Yekbûyî ya jî li ba dewletên bihêz gil û gazinên xwe bikin.
Mixabin ew vê yekê jî nakin.
Di vî warî da bêdengîya Hukumet a Herêma Kurdistanê jî tu car nay famkirin.
Ew jî bêdeng in…
Ew jî kerr û lal in…
Qendîl çiqas wargeha PKKê be, ewqas jî parçeyek ji axa Başûrê Kurdistanê ye û desthilatdarê axa Başûr jî Hukumet a Herêma Kurdistanê ye.
Sedem vê yekê bêdengîya wan, bêtir zirar û zîyanê dide wan.
Bêdengmayîna wan, ne wan ji PKKê xilas dike, ne jî dawî li êrîşên dewleta Tirk ya li ser axa Başûr tîne…
Ji bo vê yekê jî divê ji partîyên piçûk û bêhêz heta yên mezin û bihêz, hemû Kurd berê diz û neyarên xwe bibînin û nasbikin, dû ra jî li ser kêmasîyên xwe yên navxweyî vegerin û wan ji holê rakin.
Heger ev neyê nekin, ji vir şûnda wê diz ji kulêkê va dakeve xarê û ji derî ra jî derkeve…
13.05.2018
ikramoguz@navkurd.net