Ji destpêka Komara Tirkiyê heta roja îro gelek hilbijartin çêbûn. Li ser serê milletê Kurd gelek tiştên nebaş qewimîn. Mirov îro dibîne ku siyasetmedarên Bakûr ji van hilbijartin û tiştên nebaş û ji dîrokê ders negirtine.
Nodûpênc sale li Tirkiyê hilbijartin çêdibin. Di her dema hilbijartinan da, partiyen çepgir û rastgir, bi derewên mezin û bêbingeh soz û qewl didin Kurdan. Mixabin piştî hilbijartinan, hemû soz û qewlên wan tên guhartin û tên jibîrkirin. Piştra dîsa li Kurda zilm û zordarî tê kirin. Welhasil, partiyên Kurdên Bakûr ne ji zilma dewletê ne jî ji xeletiyê xwe ders girtin. Hejî bi înat, li ser xeletiyên bi salan kirine dubare dikin.
Dinya alem hate guhartin, çil sale partiyên navên wan Kurd siyaseta wan û daxwezên wan hejî nehatine guhurtin. Ji ber ku fikre wan ideolojîkin, daxwazên wan ne nirxên neteweyîne
Sedem vê yeke ya muhîm, di dema damezrandina wan partiyan da Serokê wan bi awakî memûrê dewleta Tirk bûn.
Daxwazên wan, bi bawerî û ji dil û can ji bo dewletek Kurdistanî û serbixwe nebûn.
Ziman û siyaseta wan partiyan jî bi zimanê Kurdî nebûn.
Çepgirbûn, ji çepê Tirka zêdetir li zimanê Tirka û yekiti û demoqratîzekirina Tirkiye xwedî derdiketin.
Ji dîrok û ji civatnasiya gelê Kurd dûrbûn. Ji bo miletê Kurd zêdetir, ji bo biratiya gelan û karkeran tevdigeriyan.
Di her xalî da girêdayî serokan bûn. Serokê wan partiyan li pêşiya tevgeriya neteweyî û berjewendiyê miletê Kurda bûn.
Ji çand û netewa gelê xwe durbûn.
Têkoşerê serok û partiyên xwe û wek şerwanên ked û karkeran bûn.
Biratiya gel û şoreşgerên Tirkan derdixistin pêş.
Bixwe weke tarîqatên modern, alîgirên wan jî mirûd bûn.
Di nav van çil salan da, gelek miletên bindest dewletê xwe avakirin. Lê ew partiyen Kurdan û serokên wan ên ji dewletê ra memûtî dikirin, bi daxwazên komara demokratik û komara federel de man.
Ew kesên ku çil sal rêveberiya wan partiya kiribûn, iro rewşa wan baş tê xûyakirin. Îro jio xwe ra dibêjin, rewşenbir, nivîskar û demoqrat. Ji rewşenbîrî zidetir, her yek ya alîgirê partiyek an jî ji bo berjewendiyê xwe nezîkî sîstema dagirker in.
Lê gava mirov, li rewşenbîrên li welatên bîyanî dinihêre, nikare bêje rewşenbîrên Kurda jî hene.
Li Tirkiyê û Kurdistanê, 24ê Hezîranê hilbijartinên, serokkomar û parlamena Tirkiyê çê dibin. Ê xwe wek rewşenbîrê Kurdan dibinin, her yekî pişta xwe daye partîkî û propoganda wan dikin.
Rewşenbîr bi gotin û bi kirinê xwe di xeta neteweyî û ji bo berjewendiyê miletê xwe ramandane.
Mixabin, hinek kesên ku ji xwe re dibêjin “rewşenbîrê Kurdim”, du peyvên Kurdî nikarin bînin ziman û binivîsin.
Lê ewên bi navê rewşenbîrî piştgiriya partiya dikin û ê wek wan nafikirin, bi xiyanetî û nezantiyê sûcdar dikin.
Ji bo Kurdên Bakûr malxirabî jî ewe ku, memûrê dewleta Tirk bi salan bûn serokên partiyan, îro jî bi zimanê Tirkan bûne rewşenbîrên Kurd. Ji gelwekîltîya li parlemena Tirk, qîmeta xwe û navê rewşenbîriyê jî xerab dikin.
Halbûkî rewşenbîr bi fikr û ramanê xwe azad, bi cesaret û gotinên xwe yên rast dibe rewsenbîr.
18.06.2018
siracoguz@web.de