Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li navçeya Soran beşdarî kampanya hilbijartinê bû û ji bo lîsteya partiya xwe PDKê gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe da bal kişand ser radestîkirina Kerkûkê û got: “Hemû zilm û zorên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin li bîra me ye. Xiyaneta Kerkûkê li bîra me ye û me ji bîr nekir ka çawa Kerkûk firotin. Me bawer nedikir ku li Kurdistanê hinek kes îxanetê bikin.
Ew kesên dijitiya referandûmê kirin sibe nikarin mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê biparêzin. Ew ên serdana çeperên pêşmerge û malbatên şehîdan nekirin nikarin parastina mafên gel jî bikin. Divê Kurdistan parastî be da ku di paşerojeke ronahî de hemû mafên gel werin bidestxistin.”
Di derbarê hilbijartinê da jî wiha axafî: „Eger pirsgirêka Kurdistanê îro li Bexdayê di mûçe û postan da were biçûkirin. Ev tiştekî neheqî ye. Pirsgirêka herî mezintir heye. Ji bo wê jî em daxwaza serxwebûn û mafê çarenivîsa gelê xwe dikin. Piştî van hilbijartinan em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin da ku hevpeymaniyeke nîştîmanî ava bikin.”