Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêşangeha pirtûkan hate vekirin.
Şaredariya Cizîrê di çarçoveya „şaredarvaniya civakî“ da li ser Kolana Orhan Dogan bi slogana „Dîcle diherike, Cizîr dixwîne“ pêşangehek saz kir.
Wekîlê Serokê Şaredariya Cizîrê Faîk Arican di destpêka pêşangeh da dîyar kir ku wan li Cizîrê heta niha gelek xebatên girîng kirine. Ji bo pêşangehê 27 hezar kombere belavî xwendekaran kirine. Arican di axaftina xwe da got: „Armanca me ew e ku ew hînê teserûfê bibin. Bila bi pereyên di kombereya xwe de komkirin ji xwe re kelûpelên perwerdeyê bikirin. Bi saya vê xwendina pirtûkan zêde dibe. Welatiyên me eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dan.“