Li hember bikaranîna çekên kîmyayî li bajarê Duma yê, berteka Amerîkayê her diçe tundtir dibe û li dijî Sûriyê egera bikaranîna hêza leşkerî ya ji aliyê Amerîkayê ve bihêztir dibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump radigihîne ku, di navbera 48 saetan an jî di demeke nêzîktir da, Amerîka dê derbarê Sûriyê de biryara xwe bide.
Reojek berê Trump gef li Serokê Sûriyê Beşar Esed xwaribû, ku ji ber bikaranîna çekên kîmyayî li Dumayê dê berdêleke giran bide. Trump herwiha Beşar Esed weke ajel (heywan) bi nav kiribû.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis jî îro berî civîna li gel Mîre Qeterê li baregeha Pentagonê ragihand, ji bo serederîkirina ligel mijara bikaranîna çekên kîmyayî li Dumayê, rêveberiya Donald Trump bi hevpeymanên xe yên Ewropî, yên Rojhilata Navîn û cihên din re di şêwirê da ye.
Mattis dibêje: “Yekemîn tişta ku rêveberiya Trump li ser disekine, ev e ku çima divê çekên kîmyayî li Sûriyê werin bikaranîn?”