Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, sedema nêzîkbûna salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya Holokost a cihûyan, dxûyanîyek da.
Netenyahu di daxuyanîya xwe da hişyariyeke tund dide desthilatdarên Îranê û dibêje: “Bila kes îradeya Îsraîlê neceribîne.”
Benjamin Netanyahu li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn, rewşa Sûriyê û berfirehbûna desthilata Komara Îslamiya Îranê ya li Sûriyê jî sekinîye û di derbarê vê yekê da jî wiha dibêje: „Bila xelkê Îranê wisa nezanin ku Îsraîl diijminê wan e. Îsraîl dijminê wê rejîma tekrew e ku mafê wan jî binpê dike. Heger rejîma Îranê ya herrifî hilweşe, wê demê Cihû û Fars jî dikarin bi hev re weke bira û di nava aştiyê de bijîn.“