Kurdên Êzidî Cejna Serê Salê pîroz dikin. Sersal a Kurdên Êzidî her sal dikeve yekemîn Çarşema piştî 13ê Nîsanê. Di vê rojê da Êzidî bi helwesteke xurt berê xwe didin bajarokê Laleşê û li wir Cejna Çarşema Sor merasîmeke ayînî pîroz dikin.
Cejna serê salê ya Kurdên Êzidî Çarşema Sor, li gorî Salnameya Rojhilatî, her sal dikeve yekemîn çarşema piştî 13ê Nîsanê.
Roja berî cejnê Kurdên Êzidî ji deverên cuda berê xwe didin perestgeha Laleşê. Li wir pîroz diiin û dibêjin, ev cejin ne tenê cejna Êzidîya ye, cejna hemû mirovatiyê ye.