Di Festîvala Navnetewi ya Filman a Enqerê da du fîlmên Kurdî jî tên pêşbazî kirin. Ji wan fîlman yek „Biryareke Zor“ ya din jî „Xewno Bêreng“ e.
Biryareke Zor ji çiroka pirsgirekên keçeke Kurd û Colemêrgî hatîye kişandin.
Xewno Bêreng bi zaravayên Kurmancî û Zazakî.
Lîstikvana filma Biryareke Zor di derbarê filmê da dibêje, peyama filmê bi rastî hinekî metaforîk e. Ev çîroka jinên li wê herêmê dijîn e. Daxwaza çêkirina pozê xwe ya Eylemê tenê hincetek e, yanî zexta li wê herêmê, havirdora şer, hêjarî ye. Ew tenê dixwaze di nav van tiştan de xwe biafirine.
Lîstikvan Berîvan Bîral jî dibêje, di fîlmê de navê karaktera wî Berfîn e. Berfîn jî hevala Eylemê ye. Karektera Berfînê gelekî balkêşe û li min jî diçe.
Biryareke Zor yekem fîlma Ender Ozkahraman e.
Derhêner Ozkahraman jî qala zehmetiyên kişandina fîlmên Kurdî dike û wiha dibêje: “Li Tirkiyê, Îranê, Sûriye û Iraqê kişandina fîlmên Kurdî bi rojeva wan welatan va girêdayî ye. Heger pevçûn hebe piştgiriyên wan welatan betal dibin, destûr betal dibin. Tirs û xem dest pê dike.”