Li Rojhilata Navîn careke din dîsa av dikele…
Li çaralî kuçikên agirdadayî û li ser kuçikan jî sîtilên avê…
Ji bo kî/kê dikele, tenê Tramp û Putîn dizanin…
Dinya bûye dubendî.
Li alîkî Ûriz û Îran û Surîye û bi nîv-alî Tirkîye…
Li alîyê din jî Amerîka, Dewletên Europî, Îsraîl û Ereb û Kurd…
Sedem vê yekê ye ku îro gelek kes li ser îhtimala destpêka Şerê Cîhanê yê Seyemîn disekinin û dibêjin heger ev şer biqewimê, ew jî dibe destpêka dawîya dinê û mirovahîyê…
Ew kesên ku vê îhtimalê tînin ziman, bi rastî neheq jî nînin.
Serkêşîyê alîyekî Trampê delodîn dîn…
Yê alîyê din jî Pûtînê bi fen û fût…
Trampê delodîn gefan li Esed dike…
Bersiva gefên wî Pûtin dide…
Erdogan jî weke mişkê fîştoq carcaran serê xwe ji kormîşkê derdixe û li rewşê dinihêre…
Kîjan alî gor dilê wî biaxife, li wî alî serê xwe li ba dike…
Lê ji tirsa dafikê, ji kormîşka xwe dûr nakeve…
Dibe ku bi germahîya biharê ra şer dest pê bike, di keli kela havînê da jî bidome û Rojhilata Navîn biqelîne…
Gelo ev rewşa nexwezayî wê bi encameke çawa biqede?
Ez bawerim ji îro da tu kes nikare sedîsed bersiva vê pirsê bide.
Lê îhtimala destpêka şerê cîhanî, nivîseka ku min ji vir 11 sal berê nivîsandibû, anî bîra min…
Ez ketim nav arşîva xwe û min ew nivîs dît û careke din xwend…
Ez dixwazim wê nivîsê bi wer a jî parve bikim ku, hûn jî bixwînin…
***
Destpêka Dawîyê…
Ji bûyîna mirovatîyê hata îro, qasî destpêkê, li ser dawîya mirovatîyê jî şirove hatine kirin.
Mixabin, gor vegotinên olî, ya jî gor zanînên zanyarî tu bersivek ji sedî sed nehatîye dayîn.
Tiştên ku em dibihîsin, ew jî ji ferazîyan pêş va naçin.
Lê her ferazîyek jî bêbingeh û vala nîne.
Ji van farazîyan yek jî, Salnameya Mayayî ya ne.
Gor agahîyên kesên pispor tê gotinê ku, ev Salname, Roja 21ê Meha Berçile ya di Sala 2012an da diqede…
Pergal disekine, dem û dewran jî di cîhê xwe da dimîne…
Salnameya Maya, salnameyeke zanyarî nîne, lê ya herî kevn e û tiştê ku tê da hatine nivîsandin, tên gotinê ku hata îro piranîya wan rast derketine. Sedema wê yekê ye ku gelek zanyar li ser Salnameya Maya lêkolînên kûr dikin û sebebê dawîya wê şirove dikin.
Gor hinek zanyaran dawîya salnamê, dawîya jîyana mirovatîyê ye, bi dawîbûna salnamê va jîyan jî diqede…
Ji zanyaran hinekên din jî dibêjin Sala 2012an ne dawî ye, lê belê destpêka dawîyê ye.
Gor şiroveyên hinek zanyaran, di sala 2012an da tofan radibe, di nav erd û ezmanan fizildûman derdikeve.
Bi tesîra wê tofanê piranîyan zindîyan can didin. Yên dimînin, ew jî bi îmkanên iro, di her xalî da jîyaneka baş dijîn.
Lê ew dem jî, ne demeke dûr û direj e.
Bi zêdeyî 50, an jî 60 sal e.
Piştî wê dema giranbûha jî qiyamet radibe û di dinê da tu zindî namîne.
***
Ferazîyek din jî ya Einstein e.
Einstein salan berê gotîye ku, kîngê li dinê moz winda bibin, hûn bizanibin ku wundabûna mozan, îşareta dawîya dinê ye.
Ew dem jî 50, an jî 60 sal e…
Ev gotinên Einstein, kingê hatin rojevê?
Du meh berê.
Çima?
Li Amerîkayê moz wundabûn, loma…
***
Ferazîya sisîyan jî farazîyeke olî ye.
Wek tê zanîn ku, jîyana mirovatîyê li Mezopotamyayê dest pê kirîye. Tê gotinê ku dawîya mirovahîyê jî li wir jî diqede.
Gor vê farazîyê; li ser erdê Mezopotamyayê şerekî mezin, şerê cîhanî derdikeve…
Li alîkî misilman û Ûriz, li alîyê din jî qewmek ji misilmanan bi kafiran va dibe yek…
Şer çend salan didome, lê kes bi ser nakeve…
Dawîya şer da Mehdî yanê Hz. Îsa ji jor da dadikeve xarê…
Dewletek Cîhanî ava dike û bi xwe jî dibe hukumdarê wê dewletê.
Di bin desthilatdarîya wî da rêvebirîyek bi edlayî û wekhevî tê saz kirin…
Hemû hemwelatîyên wê dewletê, reng û netew û ol’ a wan çi dibe bila bibe, wek xûçk û bira bi hev ra, wekhev û azad dijîn…
Lê ew dem jî ne dûr û dirêj e…
Dawî, roja qiyametê ye…
***
Bi rastî ev hersê ferazî jî ji bo min wek çîrok in.
Ji wan ya herî nêzîk tê xuyakirin, ew jî ya sisîyan e…
Rastîya wê jî, ji bo min tenê ne xem e…
Lê xema min ev e ku heger destpêka dawîyê dest pê bike, heta roja qiyametê jî Kurdistaneke Serbixwe weke xewn û xeyal dimîne…
27.09.2007