Antonio Guterres di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser rojeva Sûriyê da axifî û di axaftina xwe da behsa metirsiyên mezin ên li ser aramî û seqamgiriya Sûriye û Rojhilata Navîn kir.
Guterrres wiha got: “Şerê sar vegeriya. Lê vê carê bi hestê tolhildanê û bi cudahiyên xwe ve vegeriya. Berê ji bo astengkirina alozî û gengeşeyan mekanîzmayek hebû lê niha ew jî nema ye.”
Sekreterê Giştî yê NY, di axaftina xwe da li ser mijara Rojhilat a Navîn dûr û dirêj sekinî û carayekemîn behsa pirsa Kurd kir û wiha got: “Hinek faktorên din hene, ku aloziya li navçeyê zêdetir dikin. Ew jî helwestên cuda yên li hember rewşa Kurdan û Birayên Misliman e.”