Salih Muslim ji Euronewsê re axivî û di axaftina xwe da diyar dike ku li ser mijara Efrînê têkiliya wan a rasterast bi rêveberiya Esed re nine.
Muslim di derbarê têkîlîyên wan ên bi Surîyê ra wiha dibêje: “Ligel rejîmê rêkeftin û têkiliyeke me ya rasterast tine ye. Sûriye her dem qala serweriyê dike. Ev ji bo her kesî armanca sereke ye. Me ti car negotiye emê ji Sûriyê veqetin yan jî wî welatî dabeş bikin, lê em êrîşên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê, weke binpêkirina serweriyê dibînin.”
Salih Muslim li ser vexwendina hêzên hikûmeta Sûriyê ya ji bo Efrînê jî dibêje: “Eger em werin ser mijara vexwendina rejîmê, ev bi temamî biryara rêveberiya Efrînê ye. Wan ji rêveberiya Şamê re got ‚Eger hûn dixwazin serweriya xwe biparêzin, em amade ne ku alîkarî bikin‘. Hinek yekîneyên çekdar hatin sînor lê bandoreke wan a cidî çênebû. Ji bo vê yekê em rasterast bi rejîmê re neketin têkiliyê. Heta niha hemû hevdîtin bi rêya Rûsyayê ve hatin pêkanîn.”
Muslim di derbarê têkilîyên Tirkîyê yên bi dewletên herêmê ra jî wiha dibêje: “Em nizanin di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Şamê çi diqewime. Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku rê li daxwazên demokrasiyê yên Kurdan bigre, bi taybetî jî ji bo ku li Sûriyê astengiyê derxe, amade ye ku bi her kesî re rêkeftinan bike. Li Sûriyê heta îro Tirkiye li paş sedema têkçûna çareseriya siyasî ye, ew naxwazin Kurd li Sûriyê mafên xwe yên demokratîk bi dest bixin. Tenê ji bo ku daxwazên Kurdan bi cih neyên, dikarin bi Şamê, bi Îranê, yan jî bi Rûsyayê rêkeftinê bikin.
Welatê ku dikare van êrîşan bide sekinandin dîsa Rûsya ye. Ji bo êrîşên esmanî yên ser Efrînê rê da û vê helwêsta xwe didomînin. Di navbera Moskow û Enqerê de cureyek rêkeftin heye. Lê mîsyona Rûsyayê ne ev e. Divê axa Sûriyê biparêzin. Li Moskowê ofîsa me heye, ofîseke fermî ye, peywendiyên me ligel rayedarên Rûsyayê hene, lê li ser vê mijarê ti bersiv nadin.”