Serok Barzanî ji bo 27min a salvegera raperîna gelê Kurdistanê daxûyanîyek da. Barzanî di daxûyanîya xwe da dibêje: “Ewê bi navê pesendkirina budce rû daye, ji gelê Kurdistanê ra binpêkirina binemayên destûrê û çewsandineke plankirî ye.”
Barzanî di daxûyanîya xwe da bang li hemû alîyên Kurd dike û wiha dibêje:
„Di bîstûheftemîn salvegera raperîna xelkê Kurdistanê de silav li giyanê pak ê şehîdên riya azadiya gelê me û silav li Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê.
Raperîna Buhara 1991an hîmaya xwebidestnedan û qebûlnekirina zulm û dagîrkiriyê ye, destkeftên wê bûyera mezin diyar in û raperîn pendeke giranbuha ye ji bo me hemûyan ku maf û azad nayin bexşandin, belkû divê bidest bînin.
Ewê bi navê pesendkirina budce di 3.3.2018an li parlemantoya Iraqê de rû daye bi aşkere binpêkirina şeraket, tewafiq, tewazin û binemayên destûr pêk hatiye û ji gelê Kurdistanê ra çewsandineke plankirî ye. Hêvîdar im ew riftar, rastiyan ji xelkê Herêma Kurdistanê û aliyên derve ra aşkere kiribe û dabe zanîn ku gelê Kurdistanê ligel çi eqliyet û ferhengê serederiyê dike. Dema wê hatiye di bersiva wê kiryara parlemantoya Iraqê de, hemû aliyên Kurdistanî pêkve bicivin û biryareke guncaw û hevbeş bidin.
Di bîranîna raperînê de pêzanîna me ji xelkê Kurdistanê re heye û pir bi dil spasiya wan dikim ku li hember dorpêç û fişarê û dagîrkariyê da bi serbilindî û xweragirî û bi îradeyeke ji pola rawestiyane.“
Mesûd Barzanî