Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel roja 21ê Adarê li parlamentoyê da axaftinek dirêj kîr û di axaftina xwe da li ser dagirkirina Efrînê sekinî.
Merkel di axaftina xwe da binpêkirinên li Efrînê hatine kirin bi tundî şermezar dike û wiha dibêje: “Ligel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin. Em ji Tirkiyê dixwazin ku bila yasayên navdewletî li Efrînê neyên binpêkirin.“
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer jî ragihand ku, divê di derbarê kiryarên kuştin û talankirinên ku li bajarê Efrînê qewimîne, lekolîn were kirin.