Newroz li seranserî Kurdistanê tê pîroz kirin.
Pîrozbahîya Newerozê duh li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Akrê ku jê ra dibêjin paytextê Newrozê, hate pîroz kirin.
Xort û qiz, kal û pîr û jin û mêr li Akrê li hev civiyan û agirê Newrozê hilgirtin. Herwiha hejmarek ji keç û xortên bajêr jî meşaleyên agir girtin destê xwe û ber bi çiya ve hilkişiyan û bi agirên destê xwe çiyayeke agirîn çê kirin.
Aleke mezin û dirêj a Kurdistanê li çiyayê hindavê Akrê hate raxistin. Tevî wan çalakiyan, yariyên agirîn jî li esmanê Akrê hatin kirin.
Îro jî li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û bi girseyî tên pîroz kirin. Ji wan bajaran yek jî Amed û Wanê ne.
Şahiya Newroz a Amedê weke her sal li Qada Newrozê, ya Wanê jî li ber kela dîrokî ji sibê da dest pê kirine û didome.