Parlamentoya Ewropayê di civîna xwe ya iro da rewşa Afrînê jî dinirxîne. Gor agahîya ajansa Alman DWê Parlamento ji bo derketina ji Efrînê li Tirkiyê bike.
Berî civîna îro di derbarê rewşa Sûriyê da reşnivîsek ji aliyê komên siyasî yên li Parlamentoya Ewropayê hatibû amadekirin û tê da tê gotin ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê aloziyên li Sûriyê zêde dike. Ev yek jî bandoreke xirab li hevsengiya navxwe û hewldanên çareseriyê dike.
Di beşeke din ya reşnivîsê da êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê cîh digre û di wê da behsa kuştina sivîlan tê kirin. Sedem vê yekê ji Tirkîyê tê xwestin ku êrişên xwe yên li ser Efrînê rawestîne.
Herwiha di reşnivîsê da tê gotin ku metirsiya rûbirûbûna hêzên Tirkiyî û artêşa Sûriyê yan jî hêzên Rûsyayê heye. Ji bo vê yekê bang li Tirkiyeyê tê kirin ku hêza xwe ji herêma Efrînê vekişîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê roleke êrênî bilîze.