Di encama erişên Artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê yên îro, 5ê Adara 2018ê da li Cindirês û Racoyê 16 welatiyên sivîl şehîd û gelek kes jî birîndar bûne.
Di berdewamiya êrişên li ser Efrînê yên îro da, topxaneyên Artêşa Tirkiyê bi giranî gundên ser bajarokên Cindirês, Şiyê û Raco topbaran kirin.
Li gorî agahiyan, li bajarokê Cindirêsê di encama topbarana hêzên Tirkiyê de 13 welatiyên sivîl şehîd û hejmarek kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha li sînorê bajarokê Raco jî di encama topbarana Artêşa Tirkiyê da, 3 welatiyên sivîl ên Ffrînî şehîd û 18 kes jî birîndar bûne.
Çende rojin Amerîka, Fransa û Rûsya û Îran radigihînin, ku biryara agirbestê ji bo tevahiya Sûriyê ye û mixabin dewleta Tirk vê yekê qebûl nake û êrişên xwe didomîne.