Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert roja 22ê Adarê di civînekeçapemeniyê de diyar kir ku, ew ji Minbicê dernakevin.
Heather Nauert li ser pirsekî wiha bersiva da: “Hêzên amerîkî li Minbicê ne. Me ji Tirkiyê ra ragihandiye ku emê çalakiyên xwe yên li wê derê bidomînin. Me nîgeraniya xwe bi awayekî gelek zelal ji hikûmeta Tirkiyê ra daye zanîn û me gotiye ku mafê me heye em berevaniya xwe û şirîkên xwe yên li Hevpeymaniya Navdewletî yên li Sûriye bikin.
Me Tirkiye teşwîqî wê yekê kiriye ku rewşê bi giştî aram bike û ji bo vê yekê jî gotûbêjên ligel wê hikûmetê berdewam in. Mebesta derketina ji Minbicê nîne. Ev mijar bêhtir ligel Wezareta Berevaniyê tê nirxandin.”