Şanda Parlamentoya Kurdistanê gehişte Efrînê. Endamêşandeya ku ji 5 partîyên Kurdistana Başur pêk tên, dixwazin rewşa herêma ku nuha di bin êrîşên Tirkiyê da yedi cîh da bişopînin.
Medya nêzikî PYDê radigihîne ku, şanda Parlamentoya Kurdistanê duh êvarê gehiştîye Efrînê. Ji aliyê berpirsên Kantona Efrînê û sedan hevwelatiyên din vali Meydana Şehîdan û bi merasîmeke taybet hatîye pêşwazîkirin.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji 5 kesan pêk tê.
Ji Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Halo.
Ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebas Fetah.
Ji Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn.
Ji Partiya Komunîst Ebû Karwan.
Ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Suhrab Mîkaîl.
Di merasîma pêşwazîkirinê de Hevserokên Rêvebirina Efrînê Hêvî Mistefa û Şêx Îsa axifîn.
Şêx Îsa got: “Serdana şanda Başûr, yekîtiya gelê Kurd nîşan dide.”
Hêvî Mistefa jî wiha axifî: “Em bi hatina şanda Başûrê Kurdistanê serbilind in. Hatina wan pêngaveke din a yekîtiya gelê Kurd e.”
Li ser nave şanda Parlamentoya Kurdistanê Elî Halo jî behsa berxwedana gelê Efrînê kir û got: “Ew berxwedana we ya li dijî dagîrkeriyê cihê serbilindiyê ye. Em hatine daku ji nêzîk va rewşa Efrînê bibînin û yekîtiya gelê Kurd tekez bikin.”