Li Rûsyayê konferanseke bi sernavê, “Rûsya li Rojhilata Navîn: Lîstok di hemû qadan de” hate lidarxistin.
Ji 30 dewletan zêdetirî 130 şareza û rayedar beşdari konferansê bûn.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarif jî beşdarî konferansê bibûn.
Sergey Lavrov di axaftina xwe da rexneyên giran li Amerîkayê girtin û wiha got: „Amerîka dixwaze axa Sûriyê parçe bike û bi agir dilîze.“
Di derbarê Efrînê da jî Lavrov dibeje ku, wî û wezîrê dervae yê Îranê hemû tişt bi hûrgulî gotûbêjkirine. Lê ji vir û pêve dê çi biqewime, ew naxwaze kehanetê bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarif jî, di axaftina xwe da li ser pirsgirêka Efrînê sekinî û tevgera Tirkiyê ya li Efrînê weke dagirkerî bi nav kir.
Berpirsên Kluba Valdayê ji bal kişandin ser wê yekê ku, Moskow ji zû de hewil dide Şam û PYD li hev bîne.
Serokê Kluba Valdayê Andrey Bistritskiy diaxaftina xwe da got: “Em bi misogerî nizanin, ka li wê derê çi rû dide. Ka rêkeftin heye an na? Zanyariyên nakokbar tên. Lê bi teorîkî, rêkeftineke wiha mimkun e. Lê wateya wê dê cudatir be. Ez bawer nakim ku ewê rê li ber şerekî nû veke, lê dikare aştiyke nû jê derkeve. Bi nêrîna min, kes niha nizane ka çareseriyeke herî guncav çawa dê bê bidestxistin. Loma jî ev prose dê dûr û dirêj be.”
Serokê beşa zanistî ya Kluba Valdayê Fedor Lûkyanov jî wiha axifî: “Li ser pirsa Efrînê hinek kes bi zanebûn dixwazin avê şêlû bikin, hinek jî hewl didin rewşê têbigihêjin. Bi nêrîna min, rewşê ku li wê derî îro derketiye hole rewşekî mayînde nîne. Loma jî civata Kurd û partiyên wan ên sereke dê neçar bimînin ku bi şêwazekê bi Şamê re li hev bikin.“