Parlamentoya Ewropayê di derbarê rewşa Efrînê û êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê da civîneke taybet lidarxist
Di civînê da Parlamentoya Ewropayê êrişa Tirkiyê ya li ser herêma Efrînê nirxand.
Hinek parlamenteran Europî di civînê da weke nîşaneya piştgiriya ji bo Efrînê li ser kursiyên xwe plankartên, „Efrîn Tenê Nîne“, danîn.
Ji 100 zêdetir parlementer ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê îmzayên xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kirin.
Parlamenter di pêşnîyarên xwe da dîyar dikin ku, ji aliyê Kurdan va ti provakasyon nehatine kirin. Lê belê Artêşa Tirkiyê êrişî Efrînê kiriye û di encamê de gelek welatiyên sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndarbûne.
Parlamenterên Ewropayê daxwaza rawestandina êrişên Tirkiyê dikin û dibêjin:
“Em welatiyên Ewropayî daxwaz ji Parlamena Ewropayê û welatên endamên Yekitîya Europî dikin, ji bo ku êrîşên leşkerî yên dewleta Tirkiyê bi dawî bibin, zêdetir guvaşê li Tirkiye bikin.“
Herwuha Berpirsîyara Eurupa ya Karên Derva Federica Mogherini jî di civînê da axaftinek kir û di axaftina xwe da wuha got:
„Em sedem enîya şer a ku Tirkîyê li Bakûrê Surîyê vekirîye endîşe dikin, bi taybetî jî sedemên mirovatî. Em endîşeyên Tirkîyê yên di derbarê ewleyî fêm dikin, lê belê bi vekirina enîya şerê li Rojava, xizmetê ji rewşa ewlehîya Tirkîyê ra nake û bêtir xirabtir dike.“