Ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran Kurd ji bo piştgirîya Efrînê derketin ser rîyan û ber bi Efrînê meşîyan.
Welatîyên Kurd duh êvarê gihiştin Efrînê û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê şermezar kirin.
Meşa piştgiriya Efrînê ji Çerxerêya Kawa ya navenda bajêr bi beşdarbûna niştecihên bajêr dest pê kir û li ber nexweşxaneya Efrînê daxwiyanî hatin dayîn.
Xwepêşanderan tekez kirin ku heta dawiyê dê berevaniyê li bajarê xwe bikin û bersiva hemû êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bidin.
Di xwepêşandanê da bi gelek sloganên li dijî Tirkiyê helwesta xwe eşkere kirin û bi caran bi hev ra gotin:
„Dê Efrîn ji êrîşkeran re bibe goristan.“