Li Tahranê 620 hunermendên Îranî bi armanca piştgirîkirina Efrînê daxwiyaniyeke hevbeş belav kirin û ji rawestandina êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Hunermendên Îranî di daxwiyaniya kampanyayê da, daxwaz ji welatên cîhanê, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên azadîxwaz tê kirin ku li hember êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê bêdeng nemînin û helwêsta xwe nîşan bidin.
Herwiha Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî jî di civîneke çapemeniyê de li ser operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê sekinîye û wuha gotîye:
“Pêşniyar û nêrîna me ev e. Ji bo ku artêşek têkeve xaka welatekî din, divê pêşî destûra hikûmet û gelê wî welatî hebe. Em li gel wê yekê ne ku ev operasyon di demeke herî nêz d were bidawîanîn.”