Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî radigihîne ku, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê di derbarê Kerkûkê de çend biryar girtine. Ji wan biryaran yek jî di derbarê Ala Kurdistanê da ye.
Rêbwar Talabanî dîyar dike ku, Dadgeha Bilind a Federalî bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî dibîne. Herwiha dadgehê daxwaz kiriye ku, di derbarê hemû kesên ku li Kerkûkê Ala Kurdistanê anîne xwarê da lêpirsîn bê kirin.
Dadgeha Federalî ya Iraqê dozên ji aliyê Ereb û Turkmenan va li ser Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatibûn tomarkirin, red kirin.