Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serlêdana Amerîkayê kir. Mesrûr Barzanî li Waşingtonê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster ra civîya. Di civinê da di derbarê xurtkirina pêwendiyên du alî, hevkarî û hevbeşiya navbera Hewlêr-Waşingtonê hate gotûbêj kirin.
Derbarê civînê de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê, Beyan Samî Ebdurehman radigihîne ku, Mesrûr Barzanî û H.R McMaster di derbarê pêşhatên siyasî, ewlehî û aborî yên van demên dawiyê de gotûbêjeke baş kirine. Her du aliyan ji bo xurtkirina têkilîyên navbera Kurdistan û Amerîkayê da nîyeta xwe beyan kirine.
Beyan Samî Ebdurehman dîyar dike ku, Mesrûr Barzanî di derbarê pêwendiyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, pirsgirêk û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rayedarên pilebilindên Koşka Spî û herwiha endamên Kongreya Amerîkayê ra hevdîtinan wê pêk bîne.