Ali Beyköylü
Welatperwer û kedkarê doza gele Kurd Kek Elî jîyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe.
Ez jî wek heval û hogirên wî, bi mirina Kek Elî xemgîn im.
Elî yê Mala Êmê…
Elî yê ji Gundê Mîran…
Paşnavê wî yê bi Tirkî jî ji navê gundê wî tê, Gundê Mîran…
Kîngê qala Kek Elî bihata kirin û ya jî kingê min wî bidîta, zarokatîya min dihat bîra min.
Xanbegîya Jêr, Gundê Mîran û Girê Şehîd, gire ku di nav her du gundan da cîh digre, dihatin ber çavên min. Ez her carê bi wan bîranînên xwe yên ji zarokatîya xwe şa û dilşa dibûm…
Îro jî ew bîranînên min tên bîra min, li welatê xerîbîyê û ji dûr va li ber çavên min ra derbas dibin.
Mixabin ez îro bi wan ne şa ne jî dilşa dibim…
Ew tene min xemgîn dikin…
Ji ber ku di nav wan bîranînên xwe da kêmasîya Kel Elî, Elî yê Gundê Mîran dibinim.
Di dawîya salên 60î da ez li gund diçûm dibistana seretayî, ew jî xwendekarê zanîngehê bû.
Di wan salan da kesên ji Tatosê (Tekman) zanîngeh xwendibûn ya jî dixwendin wek bi tilîyan nîşan didan ku, ji wan yê herî bi nav û deng jî Kek Elî bû.
Bi nav û dengtiya wî jî, ji karen wî yên sîyasî yên ji bo Kurdistaneke serbixwe dikir, dihat.
Lê dewletê ew karen ji bo Kurd û Kurdayetîyê dihate kirin, bi rûyekî din nîşan dida.
Kî/kê ku daw û doza Kurdayetîyê bikira, wan bi kominîstîyê tawanbar dikir û bi wê tawanbarîyê dida nasîn.
Kurdên di bin tesîra propogandaya dewletê da diman, ew jî bi çavê dewletê û bi tawanbarîya kominîstîyê li Kurdên welatperwer dinêrîn.
Sedem vê yeke di nav zarokên gund da kî ku daw û doza xwendina li bajêr bikira, dê û bavê wan, ya jî der û cînaran digotin: “Erê lê, tu jî here bixwîne û wek Elî yê Êmê bibe kominîst…”
Dema ku ev gotin dihate kirin, dibistan û daxwaza xwendinê jî dihate ji bîr kirin.
Meraqek din dest pê dikir…
Elî û kominîstîya wî…
Em wek bi aqilê zarokatîyê difikirîn û me ji hev ra digot:
“Gelo Elî mirovek çawa ye?”
“Rû û rûçikên wî, bejn û bala wî çawa xuya dike?”
Carcaran me ji xwe ra tiştek dikir mebest, em bi meraq diketin ser rê û me bere xwe dida Gundê Mîran…
Derdiketin sere Girê Şehîd û çend xulek şûnda xwe di alî jorî gund ra xwe diavet nava gund…
Me ji zarokên heval û hemsalên xwe dipirsî û qala Kek Elî dikir.
Hercarê ji me ra ya, “li Stenbolê dixwîne”, ya jî “di hepse da ye” digotin û bersiva me didan…
Bi bersiva wan, meraqa me bêtir zede dibû, em kor û poşman dibûn û me bere xwe dida gundê xwe û şûnda vedigerîyan.
Di ser wan rojan ra dem demsal derbas bûn.
Di salên 70ê yî da ez li Erzirumê diçûm dibistana navîn, Kek Elî jî ji hepse derketibû vegerîyabû Erzirumê…
Cara ewil min Kek Elî li Serêsûkê (Mahallebaşi) di qahwexayekî da dîtîbû, xwe pê dabû nasîn û pê ra sohbet kiribû.
Sohbeta me ya kin qedîyabû, weke îro tê bîra min, min di dile xwe da ji xwe ra gotibû; “xwezila hemû Kurd wek Kek Elî kominîst bana…”
Piştî wê hevdîtin û hevnasînê têkilîya me bi awayekî domîya…
Di dawîya salên 70yî da, wî li navenda bajarê Erzirumê bi navê “Welat Konfeksîyon” mexaza kincan vekir.
Welat Konfeksîyon ji mexazeyek bêtir weke komeleke Kurdî dixebitî û li Erzirumê bibû navenda kurdayetîyê. Kurdê ku rîya wî biketa Erzirumê û serî li Welat Konfeksîyon nexistiba, nebû…
12ê Îlonê da Kek Elî careke din bû firar û qaçaxê dewletê, ez wek xortekî 18 salî hatibûm girtin.
Di şûna Kek Elî da jî birayê wî, Xalitê belengaz hatibû girtin…
Di cîhê lêpirsînê da ew kesên hevalê Kek Elî yên bi salan mezin qilfê xwe bi Xalit dikirin û digotin; “Xalit, Xwedê dizane Elî nuha li kuderêye û di nav kîjan kêf eşqê da ye… Tu jî di şûna wî da hatî girtinê û di bin êşkencê da yî…”
Li ser van gotinan Xalit ji wan û Elî ra dida xebera…
Bi xeberên wî ra pirqîn diket nav şikbeyê û bi dehan kes bi hev ra dikenîyan…
Di sala 1984an da ez ji bo xwendina zanîngehê çûm Stenbolê, Kek Elî hê firar û li Stenbolê dijîya.
Bi rîya hevalek ji Tatosê ez gihîştim wî û em carcaran di qahwexaneyeke li Yenikapiyê da dihatin ba hev û dûr û dirêj sohbet dikir. Ji wê deme şûnda jî têkilîyên me nehat birîn.
Di salên 90î da, ger li Erzirumê, ger li Stenbolê rîya me di komel an jî di partîyek legal da li hev diqelibî…
Di nav HEP û DEPê da, di nav Kurd-Kavê da em bi hev ra xebitîn û me ji bo doza gelê xwe kar û xebat kir.
Di sala 1995an da ez derketim dervayî welat, Kek Elî kar û xebatên xwe yên pîroz li welat domand.
Piştî çûyîn û hatina min a welêt ya ji 2006an şûnda jî têkilîyên me yên rûbirû careke din dîsa dest pê kir. Di salê da carek be jî, me hevdû didît û bi hev ra dûr û dirêj sohbet dikir.
Kek Elî, sedem kar û xebatên xwe yên pîroz, bi caran hate hepiskirin, bû firar û xaçaxê dewletê, rê û dirb lê hatin girtin. Lê wî tu car gilî û gazinên xwe nekir, ji doza gelê Kurd xwe şûnda nekişand û heta dawîya emre xwe tekoşîna xwe domand…
Mixabin di van rojên dijwar da, jîyana xwe ji dest da, me li ber gep û lepên neyaran hîşt û çû ser dilovanîya xwe…
Xwezila îmkan heba û ez jî biçûma Gundê Mîran û di rêwîtîya wî ya dawîyê da wî rêwî bikira…
Lê ew îro dengê min nebihîse jî, ez ji dûr va û bi dilekî xemgîn dibêjim, oxir be Kek Elî…
25.02.2018
ikramoguz@navkurd.net