AFP radigihîne ku, bi bombardumana artêşa Tirk, Perestgeha Eyn Darayê ya dikeve bakurê Efrînê hatîye ruxandin.
Rojnamegerê AFPê Delîl Silêman serdana Perestgeha Eyn Darayê ya dikeve bakurê Efrînê kir. Silêman diyar dike ku, ew perestgeha 3 hezar salî, bûye hedefa bombardimanên balafirên şer ên Tirkiyê.
Li gor Îdareya Berhemên Dîrokî ya Sûriyê perestgeha navborî berî hefteyekê jî yek ji berhemên ji serdama Aramiyan mayî ya herî girîng bû, lê niha ew hatiye wêrankirin.
Gor agahîyên APFê roja 26ê Çileya 2018ê Perestgeha Eyn Darayê ketîye ber êrişên balafirên şer ên Tirkiyê û zerarek zêde gihiştiyê.
Welatiyekî herêmê bi navê Ehmed Salih jî di derbarê êrişê de wiha dibêje: “Êriş gelek bihêz bû. Ji ber êrişê em li cihê xwe hejiyan. Piştre me dît ku dûkel ji girê Eyn Darayê rabû.”
Endamê Lijneya Berhemên Dîrokî yê Efrînê Salih el Din Senno jî dibeje; „ji sedî 40-50ê perestgehê zerar dîtiye.“
Salih Senno jî ji ajansê ra wuha dibêje: “Ziyan ji deriyê perestgehê dest pê dike heta hundirê wê diçe. Peykerên ajelên efsanewî û peykerên pasavan û yezdan sembol dikin perçe perçe bûne. Perçeyên peykeran heta 100 metreyan jî belav bûne.”
Gora agahîya APFê, Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê li Londonê ji wêrankirina Perestgeha Eyn Darayê Tirkiyê berpirsiyar dibînin û êrişên Tirkiyê yên ser perestgehê şermezar dikin.