Daxuyanîyên Erdoxan yên di derbarê operasyona ku dixwaze li Efrînê were kirin, di çapemenîya dinê da jî digre. Rojnama Birîtanî Times daxûyanîyên Erdoxan di sernivîsa xwe da nirxand.
Di nivîsê da tê gotin ku, heger Tirkiye wek endamê NATOyê dixwaze bigihîje armancên xwe yên li Rojhilata Navîn, divê ew berê bawerîya hevpeymanên xwe ji nûva bigre.
Di dumahîka nivîsê da wuha tê gotin:
„Erdoxan berî şandina leşkerên xwe yên ji bo Surîyê bila careke din bifikire.
ABD bi damezrandina hêza ji bo parastina sînor, karekî baş dike. Heger ku IŞID careke din li Bakûrê Surîyê derkeve hole, şer careke din dest pê dike û dirêj dibe.
Ji bo parastina sînorên Surîyê, perwerdekirina mîlîtanên Kurd jî, jib o Tirkîyê xeter nine û jib o entegrasyona wan a bi Surîyê ra gavekî ewil û girîng e.
Armanca hevpeymanên rojavayî, di Surîyeke demoqrat da çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo vê yekê jî parastina sînoran girîng e û dive Tirkîye jî ji parastina sînoran ra rêzdar be.”