Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Rudev, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku, bi êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê welatiyên sivîl tên kuştin.
Rudev rexne li êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê kir got: Tirkiye bi amadekariyeke berfireh êriş dike, ev pêvajoyeke gelek hesas e.“
Rudev bang li Yekitîya Europa dike û dibêje: “Tiştên ku li Sûriyê diqewimin, me hemûyan dilgiran dike. Em dibînin ku kampanyayeke bihêz a leşkerî tê birêvebirin. Êrişên esmanî tên kirin, welatiyên sivîl tên kuştin. Pêvejo gelek hesas e.
Alozbûna rewşa Sûriyê rê li ber zehmetiyan vedike. Ez hêvî dikim ku Yekîtiya Ewropa di demek zû de helwesta xwe diyar bike. Li derve, li cihên din û di danûstandinên din de li benda çareserkirina wan bûyeran nebe. Jiber ku ew pirsgirêk dê di dawiyê de vegerin ser me.”