Min pirtûka kek İkram ya yekemîn, „MÎRO“ bi kêf û dilxweşî xwendibû. Pirtûka wî ya nû RÊWÎ bêtir li min xweş hat û min ew sê caran li ser hev xwend. Carekê ji bo naveroka wê, cara duyemîn ji bo zimanê ҫawa wê, cara sisîyan jî min xwend, ji bo ez karibim li ser wê kurtenivîsekê binivîsim.
Rêwî, di warê civakî, siyasî, netewî û olî de xwedî naverokeke dewlemend û rengîne. Min di destpêkê de xwest ku ez şiroveyeke dirêj binivîsînim. Lê dû re min biryar da ku wê demê jî ji xwendevan re tiştek namîne. Kin dinivîsînim ku bila xwendevan bi awayekî bêalî, bi ҫavekî neutral pirtûkê bixwîne û bigêhêje ramanekê û ew jî ya wî/wê bi xwe be.
Rêwî, ji demeke mêj va ye bûye mêvanê min, mêvanê mal û kitêbxana ya min. Min jî weke edetên Kurdan yên berê nexwest di heman rojê de ji bipirsim ka ji bo ҫi ketîye rê û bûye mêvanê mala min. Lê li aliyê din jî min nexwest ez wî pirr jî besekinînim. Min ew rojekê kir destê xwe û rûpel li ser rûpel qulibandin û wî jî derdê xwe û mijara xwe hêdî hêdî ji min re got.
Ez jî dixwazim min ji Rêwî ҫê fêm kiriye, wê ji we re qasî ku ez karêbim binivîsim.
Dema ku di romanê da kek Îkram qalê dike, salên 1960 heta 1980 ye. Navê Lehengê romaê Tajdîn e. Kek Îkram di romana xwe ya bi navê Rêwî de ji me re serpêhatiya Tajdîn tîne ziman. Lê ne bi tenê jiyana wî, di heman demê de jî şert û mercên ku ew tê de mezin bûye û strukturên civaka wî jî bi ҫend aliya ve bi awayekî serkeftî diyar dike.
Ciyê bûyera romanê lê diqewime gundekî Kurdan, gundê Qulî û girêdayî Tatosê ye.
Hertişt bi bihîstina ҫêkirana dibistaneke dewletê ya Tirkan ve dest pê dike. Li ser biryara dibistana ku ji alîyê dewleta Tirk li gundê Kurdan tê avakirin, gundî, şêx, muxtar, xort di derbarê dibistanê û di derbarê bandora dibistanêya li ser civak, netewe û olê bike, tînin ziman û bi hev ra parbve dikin.
Ji gundîyan Hecî dibêje:
“Êdî di destê me da, xencî zar û zêҫên me tu tiştekî me nemaye. Ewê bi ҫêkirin û vekirina dibistanê wan jî ji me bistînin û koka me ji binî va biqelînin.” (rûpel 9)
Gotinên Silhedîn di warê dibistana bi zimanê Tirkî û bêdefretiyên wan bi xwe de:
“Lê ji îro şûn va, ne îmkanên me ji bo vekirina medreseyên ku bi zimanê me zarokan perwerde kin, hene û ne jî di nav sînorên dewleta romê de jiyana me hêsan dikin. Li pêşiya me îmkaneke din jî tune. Heta ku em di bin lep û gepên vê dewletê de bijîn, divê gere em bo parastina xwe hînî zimanê wan, hinî xwendin û nivîsandina zimanê wan jî bibin.“ (rûpel 14)
Şêx jî li ser dibistan û kirinên dewleta Tirk ji gundiyan re wisa dibêje:
„Dewlet, dewleteke bê dîn û bê îman e. Dewleteke me nenas e. Quran û kitêbên me jî, ziman û ҫanda me jî, orf û edetên bav û kalên me jî nas nake. Me jî ji xwe re neyar dibîne. Dibistanê jî ji bo pêşeroja xwe vedike, ne ji bo pêşeroj û ҫêyiya zar û zêҫên we. Tiştên ku heta îro bi şer nikaribû bi cîh bine, bi riya dibistan û xwendinê dixwaze bikar bîne…” (rûpel 30)
Di romanê de hîn gelek gotin û dîtinên wek van, ramanên li jor hatine eşkerekirin jî hene. Weke nimûne:
“Eger ji aliyê dewletê va were ҫêkirin, bawer bikin ev jî ne ji bo xêre ye…“
„Heta roja îro Kurdan tu ҫêyiyek ji dewleta Tirk nedîtiye…“
„Emê ji dibistanê zerarê bibînin…“
„Dewlet dixwaze zarokên me ji dîn û dînayeta me, ji ҫand û hunera me, ji orf û edetên me dûr bixwe…“
Gundî di derbarê, gelo wê ҫawa karibin wê rêҫê bikarbînin ku ew karibin, zarokên xwe, zimanê xwe orf û edetên xwe ji dewlet û dibistana Tirkan biparêzin?
Di dawîyê de ji xwe ra alternativê dibînin. Ewê jî weke berê yan jî weke heta wê gavê “li mizgeft û oda mêran, di malên xwe de gor orf û edetên xwe zarokên xwe perwerde bikin.”
Ez bawer dikim kek Îkram di vê pirsgirêkê de ji bo me Kurdan riya gengeşiyê, ya li ser pêşavtina (asimilasyon) Kurdan vedike.
Dewleta Tirk bi van kirinên xwe bi ser ket û Kurd pêşavtin, helandin û ew ji Kurdbûna wan dûr xist?
Kurd ҫiqas bê ҫare man û zimanê wan Tirkan fêr bûn jî, dest ji nasnama xwe bernedan?
Yan jî bi xêra zimanê Tirkan be jî Kurd, ji hebûna xwe û ji mafên xwe yên netewî û yên navnetewî zêdetir xwedî derketin?
Min xwest ez bi vê kurtenivîsa xwe ya li ser naskirindana romana hevalê min yê hêja Îkram Oğuz, bi taybetî li ser fêrbûna zimanê Tirkî û bandora wî zimanî ya li ser Kurdan derxînim pêş.
Di romanê de analîza civaka Kurdan jî hatiye ҫêkirin.
Jiyana gundiyan ҫawa ye?
Rola Şêx û Sofîyan, Muxtar, Mamoste Nazmî Ҫawûşê ji Artêşa Dewletê û fonksiyona oda mêran ҫiye?
Û her wekîn din gelek babetên din jî di romanê da bi awayekî hêsan, bi kurdiyeke paqij û bi zimanekî sivik û zelal hatiye nivîsandin.
Bi taybetî jî di serpêhatiya Tajdîn de, jîyana her Kurdekî ku li gund ҫêbûye, dest dibistanê kiriye, ji gund koҫberî bajêr bûye û li jiyanekê ҫawa domandîye, hatiye berҫav kirin.
Xendevan wê di dawiya romanê de bibîne ku dewleta Tirkan ji bo Kurdan ҫiye û Kurd ji bo dewleta Tirkan ҫine.
Piştî qedandina xwendina romanê min ji xwe pirs kir û got:
Gelo eger deleteke Kurdan hebûya, wê rewşa Kurdan ҫawa bûya, weke nuha yan na?
Ji bo ku meriv temamê naveroka pirtûkê bizanibe, divê meriv wê ji serî heta dawiyê bixwîne û bibe xwediyê eşqa xwendina bi zimanê kurdî.
Ez vê pirtûkê ji her kesê ku dixwaze bi kurdî bixwîne, yan jî dixwaze li mala wî/wê jî kitêbeke bi zimanê kurdî û li ser jîyana kurdan hatiye nivisînadin hebe, tawsiye dikim.
Li vê derê jî ez dixwazim sipasiyên xwe yên hevaltiyê ji kek Îkram Oğuz re eşkere bikim ku wî ne bi zimanê Tirkî. -ku ew bi wî zimanî baştir dizane-, ev pirtûka xwe bi zimanê Kurdî (Kurmancî) nivisîye û bi vê xebat û keda xwe kîtêbek, romaneke hêja xistîye nava refê edebiyata Kurdan.
02.01.2018
Ramazan Altintas
Tebinî:
Rêwî 287 rûpel e. Di nava weşanên DOZê de û di meha îlona 2017 de hatiye weşandin.
ISBN: 978-605-4765-25.6.
Hûn dikarin vê pirtûkê ji vê derê/navnışanê bixwazin:
https://www.amazon.de/R%C3%8AW%C3%8E-Ikram-Oguz/dp/6054765256