Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê di daxuyanîyeke çapemenîyê da partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinên giştî û şaredarî yên wî welatî bibin eşkere gir.
Gor wê agahîyê ji partîyên Kurdan tenê HDP dikare beşdarî hilbijartinan bibe. Partiyên Kurdan yên din, HAK-PAR, PAK, PSK, OSP, DBP û PDK-T mercên beşdarîbûna hilbijartinên Tirkiyê bicîh neanîne.
Li gor daxuyanîya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê, tenê 9 partî dikarin beşdarî hilbijartinên giştî bibin.
Ew jî; AKP, BTP, BBP, CHP, DP, HDP, MHP, SP û VP ne.
Gor rewşa îroyîn xuya dike ku xêncî HDPê ti partiyên Kurdan nikarin beşdarî hilbijartinên Tirkiyê bibin.