Duh, roja dawîya sala 2017an, li bajarên Tehran, Kerec, Ehwaz, Kirmaşan, Takestan û çendîn bajarên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandan hatin kirin.
Di dema xwepêşdanandan de tundûtîjî û alozî pêk hat, xwepêşanderan êrîşê cihên hikûmî kirin û hêzên ewlekariyê jî bi heman tundiyê bersiv dane çalakvanan.
Di xwepêşandanên bajarê Takestanê da jî pevçûn derket. Li gorî gotina çavkaniyan, di dema xwepêşandanan de leşkerên Supaya Pasdaran êrîşî xwepêşanderan kirin û di encamê da kesekî canê xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.
Herwiha di dema xwepêşandanên bajarê Îze ya parêzgeha Xuzistanê jî hêzên ewlekariyê i hember xwepêşanderan hêz bikar anîn û di encamê de kesek mir.
Parlamenterê İzeyê Hîdayetullah Xademî jî ragihand, ku di dema derbirîna nerazîbûnan de, li wî bajarî 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gorî ragihandina medyaya fermî ya Îranê, hejmara kesên di xwepêşandanan da canê xwe ji dest dane, gihiştiye 10 kesan.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî di gotarekî televîzyonî da ragihand, ku xwepêşander rexneyan li parlamento, desthilata dadwerî û hikûmetê dikin.