Brîtanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku, neçin hin bajarên Bakurê Kurdistanê û ji wan bajaran dûr bikevin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe ya fermî, bi daxuyaniyeke dîyar kirîye û ji hemwelatiyên xwe daxwaze ku, di rojên pêş da neçin bajarên Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Amed, Sêrt, Dêrsim, Colemêrg, Kîlîs û Hatayê.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku, dê di geştên ji Tirkiyê ber bi Brîtanyayê va tên, tedbîrên ewlehiyê werin zêdekirin. Di derbarê vê yekê da ji rêwiyan ra tê pêşniyarkirin ku, ew hevkariya peywirdarên ewlehiyê bikin.