Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serperştiya wê dike, li Rojavayê Kurdistanê jibo asayişa sînor hezêkî ji 30 hezar şervanan pêk tê, ava dike.
Berpirsê Karûbarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Thomas F. Veale, di rojnama The Defense Postê da dîyar dike ku, ewê di bin banê HSDê da bi navê „Hêzên Ewelekariya Sînoran“ ava bikin.
Thomas F. Veale dibêje, heta niha 230 şervan perwerdeya leşkerî temam kirine û ew dixwazin perwerdeya leşkerî bidin 30 hezar şervanan û wan ji bo parastina sînoran bikar bînin. Bi taybetî ji ligel sînorê Iraq û Tirkiyê.
Thomas F. Veale rdigihîne ku, şervanên Kurd dê zêdetir li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê bin. Yên Ereb jî dê li derdora Çemê Firatê û sînorên Iraqê bêne bicîhkirin.